​​​​​​​Bi boneya salvegera xwe PYD'ê li Til Hemîs civînek li dar xist

PYD’ê li Til Hemîsê ya Qamişloyê bi boneya salvegera xwe ya 19'emîn civînek li dar xist.

​​​​​​​Bi boneya salvegera xwe PYD'ê li Til Hemîs civînek li dar xist
19 îlon, 2022   12:30
QAMIŞLO

Sibê (sêşem) 19'emîn salvegera damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) e. Bi vê boneyê PYD’ê li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişloyê bi amadebûna bi dehan welatî, endamên partiyan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên navçeyê civînek li dar xist.

Di civînê de hevserokê PYD'ê yê navçeya Til Hemîsê Xalib El Sedûn axivî û salvegera partiyê li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

El Sedûn got: "Projeya ku ji aliyê PYD’ê ve ji bo gelên herêmê hatiye amadekirin, ji bo demokrasî û guhertina siyasî dûrî nakokiyên mezhebî û etnîk ên ku sedema wan rejîmên desthilatdar ên li herêmê ne, hatiye amadekirin."

El Sedûn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Partî di nava şert û mercên dijwar de hat avakirin ku wê demê komployên li dijî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezintir bûn, lê belê karîbû hemû astengiyên ji ber zext û zordariya dîktatoriyên desthilatdar û faşîzma netewedewletê ku bi dehan têkoşer xistin zindan û girtîgehan, derbas bike."

El Sedûn herî dawî wiha got: "Yekbûna rêzan û hilgirtina tevahî berpirsiyariyê bi ruhek têkoşînê yê bilind li hember qonaxa nû û êrişên qirkirinê, girîng e."

(hs)

ANHA