Rêxistinên jinan sûcên qetilkirina Jîna Amînî û Asuh Apetyan şermezar kirin

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên qetilkirina ciwana Kurd Jîna Amînî û dîlgirtiya Ermen Asuh Apetyan ji aliyê hikumetên Îran û Azerbeycanê ve wek karên hovane bi nav kirin û diyar kir ku bersivdayîna van sûcan bi yekkirina têkoşîna jinan, daketina qadan û banga hesabxwestina ji sûcdaran pêkan e.

Rêxistinên jinan sûcên qetilkirina Jîna Amînî û Asuh Apetyan şermezar kirin
Rêxistinên jinan sûcên qetilkirina Jîna Amînî û Asuh Apetyan şermezar kirin
Rêxistinên jinan sûcên qetilkirina Jîna Amînî û Asuh Apetyan şermezar kirin
Rêxistinên jinan sûcên qetilkirina Jîna Amînî û Asuh Apetyan şermezar kirin
Rêxistinên jinan sûcên qetilkirina Jîna Amînî û Asuh Apetyan şermezar kirin
19 îlon, 2022   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên gel û rêxistinên jinan ên li hemberî sûcê kuştina ciwana Kurd Jîna Amînî (Mahsa) ku dema ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin bi bihaneya derxistina pora xwe rastî îşkenceyê hatibû, dewam dikin.

Li Îranê piştî jina Kurd Jîna Amînî ya 22 salî dema tevî malbata xwe sardana Tehranê dikir ji aliyê “polîsên exlaq” ve hat girtin, îşkencekirin û 3 roj bi şûn de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

KOBANÊ

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan sûcê qetilkirina Jîna Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û tekez kir ku ew ê li hember sûcên li dijî jinan bê deng nemînin.

Endama rêveberiya Rêxistina Sara, Xedîce Mihemed li taxa Kobaniya Nû daxuyaniyek xwend û tê de got: “Em bang li komeleyên mafên mirovan û rêxistniên navneteweyî dikin ku li hember sûcên kuştina jinan bisekinin û bang li Îranê û rejîma wê bikin ku sûcdaran bidarizînin.”

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KDmmMnKJYWU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî sûcê li dijî Jîna Amînî şermezar kir û got: “Ev sûcê ku dewleta Îranê kiriye nîşaneya dûrxistina jinan, tengavkirina wan û bêparhiştina wan ji mafên wan e, her wiha nîşaneya şerê li dijî jinan, tunekirina jiyana wane, paşguhkirin wan û mafên wan û qedexekirina derbirandina nêrînên wan û destdanîna ser azadiya wan a şexsî ye.”

Di dewama daxuyaniya ku ji aliyê endama rêveberiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Riweyde Henêdal ve hat xwendin de, wiha hat gotin: “Em hemû yek in, tu ferq di navbera me de nîn e. Em piştevanên hemû jinan bin, em ê Ii dijî hemû hêzên tarî û zordest şer bikin, em ê rêwîtiya xwe ya têkoşîn heta bidestxistina jiyaneke azad û birûmet bidomînin.”

TEBQA

Nivîsgeha Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî kuştina ciwana Kurd Jîna Amînî û jina Ermen Asuh Apetyan li ser destê hikumetên Îran û Azerbeycanê şermezar kir.

Ji aliyê rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Nisrîn El Ubêd li naverasta bajêr daxuyaniyek xwend û hejmareke endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê beşdarê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Me sûcên DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû sûcên hovane yên li dijî jinan li seranserê cîhanê ji bîr nekirine. Siyasetên zihniyeta baviksalar jinan wekî milkiyeta taybet dibînin ku çênabe ji bin baskê wan derkeve, eger derkeve jî dê encamên bi talûke bi xwe re bîne ku pirî caran jiyana xwe jî ji dest didin. Ev yek li dijî jina Kurd Jîna Amînî ya 22 salî pêk hat.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sûcekî din ê hovanetir li Ermenistanê jî rû da, ku leşkerên Azerbeycanê jina Ermen Asuh Apetyan ku dayika 3 zarokan bû, tecawiz kirin, dest û tiliyên wê qut kirin û kuştin.

Hate tekezkirin ku ev sûcên trajîk ên li dijî jinan, asta binpêkirinên hovane û qirkirineke sîstematîk ên hikumet û dewletên zordest li dijî jinan nîşana dide û hat gotin: “Divê civaka navneteweyî ji bo rawestandina van sûcan bikeve tevgerê.”

Her wiha bang hat kirin ku sûcdar li her derê bên muhasebekirin.

HELEB

Li Helebê jî endama Nivîsgeha Têkiliyan a Kongra Star Fehîme Hemo li pêş navenda Kongra Star a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna bi dehan jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku qetilkirina Mahsa Amînî ji aliyê rejîma melalî ya Îranê ve bi bihaneya binpêkirina qanûnê, binpêkirina hemû rêgezên navneteweyî ye û ev sûc di radeya yekemîn de li dijî tevahî jinên cîhanê ye.

'MAHSA TU NAMIRÎ, NAVÊ TE DÊ BIBE SEMBOL'

Her wiha ev sûc wekî deqeke reş li dîroka sûcên rejîma Îranê hat hesibandin.

“Mahsa tu namirî, dê navê te bibe sembol.” Bi vê hevoka ku li ser gora Mahsayê hatî nivîsandin, Kongra Star bang li hemû jinan kir ku ji bêdendiyê derkevin û rê li berdewamkirina van sûcan bigirin, her wiha atmosferekî ewle dûrî zayendperestiyê ava bikin.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de tekez kir ku bersivdayîna guncaw a kuştina jinan, yekkirina têkoşîna jinan, derketina kolanan û banga hesabxwestina ji sûcdar û amûrên rejîma melalî ya Îranê ye.

Bang li jinan hat kirin ku têkoşînê li ser esasê piştevaniya hemû jinan mezintir bikin û tecrûbeya xwe ya Şoerşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin male hemû jinan.

Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, aliyên hiqûqî, NY û rêxistinên jinan hat kirin ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin û sûcên li dijî jinan rawestînin.

(cx)

ANHA