Li Dêrazorê panelek li ser metirsiyên zewicandina zarokan

Ji bo rawestandina diyardeya zewicandina zarokan, nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Ciwanan a rojhilatê Dêrazorê paneleke bi dirûşma “Xewna wê lîstikek ne mêrek e.. Zewicandina zarokan rawestînin” dan. Beşdarên panelê destnîşan kirin ku zewicandina zarokan heman sûca tecawizkirina li keçan e û divê civak li hember vê diyardeyê were perwerdekirin.

Li Dêrazorê panelek li ser metirsiyên zewicandina zarokan
18 îlon, 2022   14:31
DÊRAZOR

Di panelê de nûnerên meclisên xwecih û yên ciwanan û şênî beşdar bûn, di destpêkê de endama Komîteya Jinan, Huda Salih di serî de behsa metirsî û bandorên derûnî, bedenî û civakî yên zewicandina zarokan, kir.

Piştre, hevserokê Komîteyên Xizmetguzariyê ya Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê, Xelîl El Hindawî naveroka panelê ji beşdaran re xwend da ku nîqaş bikin û çareseriyên guncaw ji bo rawestandina vê diyardeyê pêşniyar bikin.

Bi giştî nêrînên beşdaran wiha bûn ku tevî netemambûna zarokan a fikrî bedenî, malbatên wan wan didin zewicandin û di encamê de pirsgirêkên tenduristî derdikevin û di hin caran de digihîjin asta mirinê.

Girêdayî belavbûna diyardeya zewicandina zarokan, El Hindawî diyar kir ku sedema wê pir in, ku ji aliyê olî ve bihane tên dayîn ku pêwîstiya mêr bi kesekî ku di mal de alîkariya wî bike heye, di aliyê aborî de jî gelek malbat dibin hewcedarê pereyan, hin caran jî ji bo ku keç di karê çolê û zeviyan de alîkariya wan bike, her wiha bihabûna qelenan jî dihêle malbat keçên xwe bizewicînin.

Der barê rêbazên tunekirina vê diyardeyê de, El Hindawî wiha axivî: “Divê li dibistanan û bi dê û bavên zarokan re li ser vê mijarê û metirsiyên wê perwerde û semîner werin dayîn.”

Her wiha El Hindawî destnîşan kir ku perwerdeya malbatê bingeha avakirina malbeteke hevgirtî û saxlem e, her wiha divê bi rêya belavok û hemleyan şênî werin hişyarkirin û nivîsgehek an jî komîteyek ji bo çareserkirina van pirsgirêkan werin damezirandin, li kêleka wê jî divê asta perwerdeyê ya ciwanan were bi pêşxistin û ji bo jin xwe pêş bixin divê proje werin vekirin.

Di dawiya panelê de daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Jinan a Meclisa Gel, Huda Salih ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zewicandina zarokan berê pir belav bû, lê niha ev diyarde bi sedemên cuda zêdetir belav bûye.

Her wiha di daxuyaniyê de encama lêkolînên bi nêzî 30 keçên ku di temenkî biçûk de hatin zewicandin re hat diyarkirin ku pêwîstiya zewicandina zarokan bi demeke dirêj heye heta ku fêrî rewşa nû bûbûn tebî di ber re jî zehmetkêşiya derûnî û bedenî hene.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku zewicandina zarokan ji tecawizkirinê ne cuda ye ku keçeke biçûk ji zaroketiya xwe bêpar bimîne û bibe dayik û berpirs.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Zarokên keçîn der barê jiyanê de çi dizane da ku bibe hevjîn. Maf û erkên xwe ji ku dizane. Na ji belengazî û na ji kevneperestiyê re, bila em li encamên vê zewicandinê binêrin ku gelek zehmetî derxistine ji ber nezaniya dê û bavan û zêdebûna bazirganên ku bi jiyana bêgunehan dilîzin. Li zarokên xwe miqate bin beriya ku hûn wan ji dest didin.”

(mh)

ANHA