​​​​​​​Li gundê Sinciq Sedûn navendeke çand û hunerê hat vekirin

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo îro li gundê Sinciq Sedûn ê başûrê Amûdê ya Qamişlo navendeke çand û hunerê vekir.

​​​​​​​Li gundê Sinciq Sedûn navendeke çand û hunerê hat vekirin
18 îlon, 2022   14:10
QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo bi armanca ku çand û hunera civakî biparêze û di nava hewldanên tunekirina nasnemeya çandî de vejîne, navendeke çand û huner li gundê Siniciq Sedûn ê navçeya Amûdê ya Qamişlo bi beşdarbûna şêniyên navçeyê, endamên tevgerê, meclisa malbatên şehîdan û saziyên Rêvberiya Xweser a navçeyê vekir.

Navend bi amûrên kevnar û muzîkê, wêneyên 5 şehîdên Hêzên Xweparastinê ku di encama hedefgirtina balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk de li gundê Sinciq Sedûn di 16`ê Tebaxê de şehîd bûne û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hat xemlandin.

Piştî ku beşdaran kulîlk danîn cihê hedefgirtina Hêzên xweparastinê, endamên malbata şehîdan  navend vekir.

Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Xaliye Hec Qasim axivî û bi xêrhatina mêvanan kir û got: “Vekirina navendê dê çanda civakê biparêze.”

Xaliye Hec Qasim piştrast kir ku bi parastina çandê dê li hember şerê qirkirina çandê ku dewletên dagirker dimeşînin, bisekinin. Xaliye Hec Qasim diyar kir ku eger ew çanda xwe neparêzin dijmin dê bi hêsanî wan têk bibe.

Endamê Komîteya Çand û huner a kantona Qamişlo Kadar Hesen diyar kir ku armanca dagirkeriyê ew e ku civaka kurdî bihelîne û got: “Dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên ku li dijî tevahî Kurdistanê pêk tîne, armanc dike ku gelê Kurd ji aliyê çandê ve tune bike, ji ber ku çand esasê civakê ye.”

Kadar Hesen di dawiya axaftina xwe de vekirina navendê li tevahî beşdaran û şêniyên gundê Sinciq Sedûn pîroz kir û paşê çalakî bi pêşandana stran û gerandina govendê bi dawî bû.

(dm)

ANHA