​​​​​​​Şêniyên gundê Til Zêwan: Em xaka xwe ji dagirkeriyê re nahêlin

Şêniyên gundê Til Zêwan ê Qamişlo yê ku vê sibê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatî topbarankirin, destnîşan kirin ku ew tu carî xaka xwe bernadin û got: “Em ji gundê xwe dernakevin, an em ê li ser xaka xwe şehîd bibin an jî bi ser bikevin.”

​​​​​​​Şêniyên gundê Til Zêwan: Em xaka xwe ji dagirkeriyê re nahêlin
18 îlon, 2022   13:48
QAMIŞLO

Piştî rojekê ji ragihandina bidawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê ve, dewleta Tirk a dagirker dest bi topbarankirina deverên cuda yên li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê, kir.

Vê sibê gundê Qeremox ê rojhilatê kantona Kobanê heta bi navçeya Eyn Îsa û gundên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, bi dijwarî hatin topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker îro gundên rojhilat û rojavayê Kobanê û gundên navçeya Eyn Îsa, gundên rojavayê kantona Girê Spî, navenda navçeya Zirgan û bakurê wê, gundên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê, gundên navçeya Zirgan, Amûdê, Qamişlo û Tirbespiyê, topbaran kirin.

Piştî topbarana li dijî gundê Til Zêwan ê rojhilatê Qamişlo ku 1 kîlometre dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye, ajansa me nêrînên şêniyên gund girtin û wan jî destnîşan kir ku tu carî xaka xwe nahêlin û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

AN EM LI SER XAKA XWE ŞEHÎD BIBIN AN JÎ BI SER BIKEVIN

Hewas Remo Mehmûd ê ji gundê Til Zêwanê (70 sal), diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker şêniyên herêmê hedef digire, nexasim cotkar û şivanên ku pezên xwe li nav zeviyên xwe diçêrînin û got: “Me tecawiz li xaka wê nekiriye, lê dîsa jî ew topan diavêje me.”

Mehmûd destnîşan kir ku ew xaka xwe bernade û got: “Em ji gundê xwe dernakevin, an em li ser xaka xwe şehîd bibin an jî bi ser bikevin.”

Der barê armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Mehmûd wiha axivî: “Ew dixwaze me bitirsîne û herêmê ji şêniyên wê vala bike, da ku wê dagir bike û çeteyên terorîst berde van deran ji bo wek li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, milk û malên me talan bikin û bidizin.”

EM JI GUNDÊ XWE DERNAKEVIN

Her wiha, welatiyê bi navê Ebdulselam Murad destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk tirsandina şêniyên herêmê ye û got: “Ev ne cara yekê ye ku gundê me tê topbarankirin, berê gelek caran dagirkeriya Tirk ew topbaran kir, ew dixwaze bi van êrişan me bitirsîne.”

Murad wiha domand: “Em ji gundê xwe dernakevin, em ê biçin ku û mal û milkên xwe ji kê re bihêlin, em narevin.”

Murad da zanîn ku îro saet di 10:00`an de 2 top li gundê wan ket, lê kes ji gund derneket û ne jî dê derkeve.

(mh)

ANHA