Kongra Star nerazîbûn nîşanî qetilkirina Mehsa Emînî da

Meclisa Kongra Star a Bakur ȗ Rojhilatȇ Sȗriyê qetilkirina Mehsa Emînî şermezar kir û bang li tevahiya jinên cȋhanȇ kir ku li hember sȋstema desthilatdar hevgirtina xwe bi hȇz bikin ȗ asta têkoşîna azadiyê bilind bikin.

Kongra Star nerazîbûn nîşanî qetilkirina Mehsa Emînî da
18 îlon, 2022   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Mecilsa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê qetilkirina jina Kurd Mehsa Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û got, maf ȗ azadiya mirovan, bi taybetȋ jȋ hebȗna jin li  ser rûyȇ erdȇ pȋroz ȗ bi nirx e divȇ ev pȋrozȋ ȗ nirx were parastin.

Daxuyanî wiha ye:

ʹʹDi serȋ de bi navȇ hemȗ jinan ȗ Meclisa Kongra Star a  Bakur ȗ Rojhilatȇ Sûriyȇ  em ji malbata çalakvana ȗ siyasetmedara ciwan a Kurd  Mehsa  Emȋnȋ  re sersaxiyȇ dixwazin  ȗ em sebir ȗ aramiyȇ ji malbatȇ  re dixwazin. Em weke rȇxistin ȗ tevgerȇn jin soz didin  ku em ȇ bi vȋn ȗ îrade, têkoşîn xwe rȇ nedin  kuştinên  jinan yȇn wiha  qirêj   ku ji aliyê rejîmên zalim û dûrî mirovahiyê ve hatine kirin û em ȇ nehêlin  bi ser bikevin .

Dîroka rejîma Îranê bi qirkirin û binpêkirina gelan, bi taybet qirkirina gelê Kurd têr û tijȋ ye. Pirsgirêka Kurd zêdetirî sed salî ye ku ne ji îro ve ye. Dewletên dagirker ji bo çar parçeyên Kurdistanê di nava hewldan û ceribandin de ne û her dem li dijî her şoreş û serhildanan e. Di dîrokê de jî mînakên wê hene  ku em niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de dijîn. Her wiha rejîma Îranê ya monarşî  jî her hewl dide nasnameya gelê Kurd bitepisine ji holê rake, bi ruxmî ku di dîrokê de hevkariya me û wan li dijî farisan heye.

Dewlet û rejîma Îranȇ yek ji wan dewletên ku herî zêde mafȇ jinan nas nake û binpê dike. Li cihê ku jin lê dijîn her dem bi îşkence û kuştinê di bin zext û astengkirina azadiyan de dijîn.

Buyera kuştina jina ciwan a Kurd Mehsa Emînî ne buyera yekê û wê ne jî ya dawî be. Lê belê bi sedan mînakên vê hene wekî Şîrîn Elemhûlî ,Ferînaz Xisrewanî û Zeyneb Celaliyan ku îşkence li wan hate kirin û hatin kuştin. Her wiha  di dema êrişîn Azerbeycanê li ser Ermenistane de jineke ji pêkhateya Ermen ku bi destê leşkerekî Azerbeycanî hat kuştin û bedena wê tazȋ kirin û tiliyên wê jêkirin û xistin devê wê û cavên wê derxistin. Ev rêbazên hovane ji der mirovahiyȇ li dijî jinên ku axa xwe mafê xwe diparêzin de pȇk dihat, da ku jinan bê deng bikin, wê ji azadiya wê mehrûm bihêle. Ji dîrokê de û heya roja îro ev buyerȇn wiha berdewam e. Di heman demê de di zindanȇn dewleta faşîst a Tirk  de jî bi sedan jinên ku ji bo maf ȗ azadiya xwe tȇdikoşin ȗ li hember sîstema desthilatdar serî natewȋnin û li ber xwe didin îşkenceyȇ dervȋ exlaq ȗ hov li ser wan pȇk tȋnin.

Em weke Meclisa  Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişên ku aqlê mirovan dicemidîne şermezar dikin. Em dibêjin ku em ê ti caran li beramberî tu cureyên êrişên hovane bê deng nemînin. Em bang li tevahiya jinên cîhanê dikin ku em hevgirtina xwe li hember sîstema desthilatdar bi hȇz bikin ȗ asta têkoşîna azadiyê bilind bikin.

Bi navȇ jinan em bang li Neteweyȇn Yekbȗyȋ û aliyȇn aliyên têkildarî mafên mirovan dikin ku xwedî li erkên xwe derkevinȗ li hember van aliyên ku bisûcȇn dervayî exlaqê mirovahiyê radibin bertek û cezayȇn giran pêk bînin da ku rê li pêşiya vê hişmendiya hovane bê girtin. Ji ber ku maf û azadiya mirovan, bi taybetî jî hebûna jin li  ser rûyê erdê pîroz û bi nirx e divî ev pîrozî ȗ nirx were parastin."

ANHA