​​​​​​​Leşkerên Azerbeycanê, dîlgirtiyeke Ermen tecawiz kirin û bi îşkenceyê qetil kirin

Leşkerên Azerbeycanê piştî ku leşkera Ermen Asuh Apetyan bi saxî dîl girtin, tecawiz kirin, bi awayekî hovane îşkence lê kirin û qetil kirin.

​​​​​​​Leşkerên Azerbeycanê, dîlgirtiyeke Ermen tecawiz kirin û bi îşkenceyê qetil kirin
18 îlon, 2022   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Derket holê ku leşkera Ermenî Asuh Apetyan (36) ku ji aliyê leşkerên Azerbeycanê ve dîl hatibû girtin, piştî ku bi saxî ket destê leşkerên Azerbeycanê hatiye tecawizkirin, bi awayekî hovane êşkence lê kirine û qetil kirine.

Nûçegîhana France 24 Achren Verdian ku bûyerê ji medya dîjîtal ragihand wiha got: “Ansuh Apetyan 36 salî ye û dayîka 3 zarokan e, li nêzikî Jermukê hate qetilkirin. Leşkerên Azerbeycanê dîmenek parve kirin ku me bihîst dikeniyan. Destdîrêjî li leşkera jin a Ermenî kirin, ling û tiliyên wê jêkirin û çavên wê derxistin.”

Piştî ku dîmenên wê li ser medya dijîtal hatin belavkirin, gelek kesan nerazîbûn nîşanê bûyerê da. Rayederên Ermenî diyar kirin ku Azerbeycanê sûcê şer kiriye û bûyerê mîna binpêkirina mafên navneteweyî bi nav kirin.