Di qezaya trafîkê li ser rêya Amûdê-Hesekê de, welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Di encama qezaya trafîkê li ser rêya Amûdê-Hesekê li nêzî gundê Siciqa Xelîl de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û keça wî bi giranî birîndar bû.

Di qezaya trafîkê li ser rêya Amûdê-Hesekê de, welatiyekî jiyana xwe ji dest da
18 îlon, 2022   09:49
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, li ser rêya Amûdê-Hesekê li nêzî gundê Sinciqa Xelîl qezayek bû, di encamê de welatiyê bi navê Rêber Sedî (45) jiyana xwe ji dest da û keça wî Delîla Sedî (17) bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Qamişlo.

eta sedema qezayê nehatiye zanîn, ka 2 erebeyan li hev daye yan jî sedemên din hene.

(fr)

ANHA