Peyamnêrên ajansa Roj News`ê û Kompanya Chetir’ê hatin destgîrkirin

Peyamnêrên ajansa Roj News`ê Botan Germiyanî, Birwa Esed li gel kameramanê şîrketa Chetr’ê Mihemed Ezîz di dema şopandina merasîma bîranînê ya şehîd Şûkrî Serhed de ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatin destgîrkirin û dest danîn ser kamerayên wan.

Peyamnêrên ajansa Roj News`ê û Kompanya Chetir’ê hatin destgîrkirin
17 îlon, 2022   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê îro saet di 16:30’an êvarê de li taxa Çar Çira ya Silêmaniyê yekemîn salvegera şahadeta Şûkrî Serhed (Yasîn Bûlût) birêve çû. Piştî merasîma bîranînê qediya asayîşa Silêmaniyê bêyî sedem dest danî ser kamera û amûrên rojanmevanên ku bîranînê dişopandin û ew  destgîr kirin.

Roj News bi bîr xistin ku peyamnêrên wê Botan Germiyanî, Birwa Esed, li gel kameramanê şîrketa ragihandinê ya Chetr’ê Mihemed Ezîz di dema şopandina nûçeyê de bêyî ti sedemek were nîşandan ji aliyê asayîşê ve hatin binçavkirin.

Ne hate zanîn ji derveyî her sê rojnamevanan ti rojnamevanek din hatiye girtin an na. Li gorî zanyariyan asayîşê diyar kiriye dibe piştî lêpirsîna rûtîn serbest bên berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye di dema xwepêşadanên Silêmaniyê de jî du peyamnêrên Roj News`ê dîsa di dema şopandina nûçeyê de hatibûn destgîrkirin û dest danîbûn ser amûrên wan yên kar û telefonên wan yên şexsî. Heya niha jî asayişa Silêmaniyê kamera û amûrên wan ên kar nedane!