​​​​​​​Li Qamişlo bi dirûşma `Aştî me kom dike` şahiyek li dar ket

Meclisa Civakî ya Ermen û Tora Pêşengên Aştiyê û Komeleya Şawîşka bi dirûşma “Aştî me kom dike” şahiyek li Qamişlo li dar xist. Beşdarên şahiyê, destnîşan kirin ku şêniyên herêmê aştîxwaz in û banga jiyana hevbeş dikin.

​​​​​​​Li Qamişlo bi dirûşma `Aştî me kom dike` şahiyek li dar ket
​​​​​​​Li Qamişlo bi dirûşma `Aştî me kom dike` şahiyek li dar ket
​​​​​​​Li Qamişlo bi dirûşma `Aştî me kom dike` şahiyek li dar ket
17 îlon, 2022   17:05
 QAMIŞLO

Meclisa Civakî ya Ermen bi koordîneya Tora Pêşengên Aştiyê û Komeleya Şawîşka li parka Xwendinê ya Qamişlo şahî li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan hunermend û endamên Kombûna Olan û Rêxistinên Civaka Sivîl beşdar bûn.

/kr/uploads/files/2022/09/17/170608_-.webp

Di şahiyê de hevseroka Meclisa civakî ya Ermen Kohar Xacadoriyan axivî û got: “Em kêfxweş in ku îro li hev civiyan û di destê me de şiqinên zeytûna Efrînê û kavokên Bakur ê Rojhilatê Sûriyê hene. Da ku ji cîhan re ragihînin ku aştîxwazên rastîn li vê herêmê ne ku kêmnetew û olên wê li dijî şerxwazan bûn yek.”

/kr/uploads/files/2022/09/17/170622_-.webp

Endama Tora Pêşengên Aştiyê Suheyle Sofî behsa navarok, nîşane û girîngiya vejandina Roja Aştiyê ya Cîhanê kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan, gelek helbestvanan, helbestên xwe gotin û komên hunerî yên beşdar, berhemên xwe yên hunerî bi zimanên kurdî û ermenî pêşandan.

ANHA