Meclisa Civakî ya Ermen: Azerbeycan û dewleta Tirk di qirkirina gelan de yek in

Meclisa Civakî ya Ermen a Hesekê da zanîn ku Azerbeycan û dewleta Tirk a dagirker di zihniyet, armancên dagirkirinê, qirkirina gelan û guhartina demografîk de yek in. Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku sînorekê ji komkujiyan re deyne.

Meclisa Civakî ya Ermen: Azerbeycan û dewleta Tirk di qirkirina gelan de yek in
17 îlon, 2022   12:20
HESEKÊ

Meclisa Civakî ya Ermen li Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên leşkerî yên dawî yên Azerbeycanê li dijî Ermenistanê şermezar kirin û da zanîn ku êrişên li dijî Ermenistanê bi fermanên dewleta Tirk a dagirker in ku Erdogan girseya gel li Tirkiyê ji dest daye vegerîne.

Hevserokê meclisê Îmad Teteryan bi zimanê erebî li Parka Rêber Ocalan daxuyanî xwend. Tê de endamên Meclisa Civakî Ermenî beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin zihniyeta Osmanî ya terorîst milyon û nîvek ermenî qir kir û mezintirîn guhartina demografîk li cîhanê ji zêdetirî sedsalî ve pêk anî.

Dewleta Tirk bi vê zihniyeta tarîtî ya tundrawî di qirkirina tevahî pêkhateyên herêmê de bes nedît û xwest xewna xwe ya dagirkirina Qerebaxê pêk bîne, da ku wê erdnîgariyê bi komar û dewletên ku dewleta Tirk li ser diaxive ve girê bide.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li hêzên navneteweyî kir ku êrişên li dijî Ermenistanê bi dawî bikin û wiha hate gotin: Em Meclisa Civakî ya Ermenî û nevîiyên qirkirina ermeniyan ku Osmaniyê pêk aniye li kêlek dewleta xwe ya dayik dewleta Ermenistanê disekinin.

Meclisê Rûsya û dewleta Tirk têkildarî desteka wê ji Azerbeycanê re û desteka terora cîhanê şermezar kir û bang li cîhanê kir ku yekser tev bigerin û komkujiyên hovane ku li dijî Ermenistanê pêk tên bi dawî bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê bang kir ku berpirsên siysetên dewleta Tirk û Azerbeycanê rakin dadgehên Lahay, ji ber ku sûcên şer pêk tîn û li gorî qanûna navneteweyî tên cezakirin. Her wiha meclisê di dawiyê de wiha got: "Azerbeycan û dewleta Tirk xwedî yek zihniyet, armancên dagirkirin, qirkirina gelan û guhartina demografîk in."

(fr)

ANHA