Sarkis Kassargian: Dê çete bibin qurbaniyên lihevhatina Enqere-Şamê

Nivîskar û rojnamevan Sarkis Kassargian diyar kir ku pêvajoya avakirina baweriyê di navbera Enqere û Şamê de dê dirêj be. Her wiha tekez kir ku pêdiviya Erdogan bi lihevhatina bi Şamê re heye û çeteyên dagirkeriya Tirk “sotemeniya” pêşketina lihevhatina siyasî ya li gorî niyeta Moskovê ne.

Sarkis Kassargian: Dê çete bibin qurbaniyên lihevhatina Enqere-Şamê
17 îlon, 2022   07:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û rojnamevanê pisporê kar û barên Tirkiyê Sarkis Kassargian duh (în) beşdarî bernameya taybet a ajansa me bû. Kassargian nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re ku Tirkiyê propagandaya wê dike û îhtimala wê, nirxandin.

Kassargian got: “Di eniya lihevhatinê ya Tirkiyê de pêşketin hene, bi taybet ku piştî şerê Ukrayna-Rûsyayê, Moskov jî wê niyet dike. Lihevhatin dê bi xwe re encaman ji bo Rûsya û têkiliyên wê bi Enqereyê re jî bîne, xwendina Rûsyayê ya nû ji bo hevalbendê Tirk, her wiha faktorên jeopolîtîk, hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyê bike ku tê payîn di Hezîrana 2023`yan de li der bikevin.”

Kassargian wiha pê de çû: “Di encama van hemûyan de, hikumeta Tirkiyê lez da normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re ku berê têkiliyên dualî ji ber israrkirina Tirkiyê di projeya hilweşandina rejîma Sûriyê de qut bûbûn. Lê belê guhertina ku piştre çêbûye, hişt ku Tirkiye ji nû ve têkiliyan vegerîne. Di rastiyê de rejîm nehat guhertin û li ser hikumê ma, lê belê şert û mercên hundirîn û herêmî ji bo Tirkiyê hatin guhertin. Ji lew re Erdogan hewl dide beriya hilbijartinên Hezîranê hin têkiliyan çêke.”

Sarkis Kassargian her wiha destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide tawîzan bistîne û got: “Şertên Sûriyê mantiqî ne, ji ber ku nikare têkiliyan bi dewleteke dagirker re normalîze bikin, nikarin têkiliyên xwezayî bêyî vekişîna Tirkiyê ji bakurê Sûriyê û rawestandina piştgiriya komên radîkal ên yekser girêdayî Tirkiyê re, deynin. Ev yek nikare bêyî tawîz û rawestandina projeya guhertina demografîk a Tirkiye pêk tînin, çêbe.”

Li ser çarenûsa çeteyan eger nêzbûnek di navbera Enqere-Şamê de çêbû û helwesta qaşo “îtîlafê”, Sarkis Kassargian ev tişt gotin: “Divê em xwe pir nespêrin helwestên wan, tu helwesta wan nîn e. Ji ber ku baskê wan ê siyasî bi xwe Tirkiye erkdar kir ku li Astanayê bi awayekî fermî bi navê wan biaxive û ji civaka navneteweyî re got ya biryarê dide Tirkiye ye.”

Kassargian da zanîn ku beşên wan koman hene, hinek yekser girêdayî Tirkiyê ne û bi fermanên wê tev digerin, baskê din jî tundrawên herî radîkal in wekî El Qaîde, Uygur, Çeçen û Tirkmenan û rewşeke wan a taybet heye û got: “Eger proseya siyasî bi pêş bikeve, em ê gelek tesfiyeyên hundirîn di nava wan de bibînin.”

Kassargian got: “Ew sotemeniya vê pêşketina lihevhatinê ne.”

Kassargian destnîşan kir tu planên Tirkiyê ji bo hewandina wan tune ne û got: “Hin enî hene ku wan biavêjinê, piştî ku eniyên Yemen û Lîbyayê sar bûn. Tenê eniyek li Ermenistanê heye, ew jî cografiyeke biçûk e û nikare ev hejmara wan a mezin derbasî wir bikin. Ew bi xwe ne şerker in jî û tenê bi karên kuştin, revandin û sûcan radibûn. Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê sedemek e ku dihêle Tirkiye lezê bide vê mijarê.”

Her wiha bal kişand ser vî tiştî ku Şam dê ji bo têkiliyeke nezelal tu gavan neavêje û nayê zanîn eger Erdogan di hilbjiartinan de bi ser bikeve dê ji nû ve banga Împaratoriya Osmanî û sînorên Mîsaqî Millî bike yan na.

Nivîskar û rojnamevan Sarkis Kassargian her wiha got pêvajoya avakirina baweriyê di navbera Enqere û Şamê de dê demdirêj be.

(cx)

ANHA