Mazot li bêhtirî 15 hezar malbatên başûrê Hesekê hat belavkirin

Mazot li bêhtirî 15 hezar û 413 malbatên başûrê Hesekê hat belavkirin, belavkirin dê heta destpêka Kanûnê bidome.

Mazot li bêhtirî 15 hezar malbatên başûrê Hesekê hat belavkirin
17 îlon, 2022   06:09
HESEKÊ

Belavkirin ji 15’ê Hezîrana borî de dest pê kir ku para her malbatekê ji mazotê 300  lîtir e.

Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Gulana borî de civînek li dar xist, di encamê de belavkirina mazotê li malbatan dest pê kir, da ku berî demsala zivistanê her malbatek para xwe ji mazotê wergire.

Komîteyên sotemeniyê yên ku li ser belavkirina mazotê li Şedadê, Erîşe, Ebdan û navçeya Ebûfas disekinin, ji 23 hezar û 68 malbatên qeydkirî, mazot li 15 hezar û 413 malbat belav kir.

Hevserokê komîna gundê Becdelî ya Şedadê, Casim Selame diyar kir ku xebatên belavkirinê heta niha baş û bê astengî û li gor navan diçin.

Casim Selame wiha axivî: “Îsal ne wek sala borî, mazot zû hat belavkirin.”

Selame diyar kir ku pirsgirêka li pêşiya wan ew e ku malbatin hene navên wan ne qeydkirî ne, ji ber ku belgeyên wan tune ne, rewşa wan bi komîteyên sotemeniyê re hat nîqaşkirin û biryara çêkirina lîsteyeke nû bi navên wan û belavkirina mazotê li wan hat dayîn.

Her wiha, endamê Komîteya Aborî uya Meclisa Navçeya Şedadê û çavdêrê xebatên belavkirinê, Hesen Feyad wiha axivî: “Me li navçeyên Şedadê, Ebdan, Ebûfas û Deşîşe di 15’ê Hezîrana borî de dest bi belavkirinê kir û heta niha belavkirin didome.”

Feyad diyar kir ku li gor plana komîteya sotemeniyê tê payîn ku belavkirin beriya sala bê dawî bibe.

Hesen Feyad diyar kir ku rojane 180 bermîl tê belavkirin.

(mh)

ANHA