Kombûna Jinan a Zenûbiya: Berxwedana Kobanê destana lehengiyê ye

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê bi daxuyaniyekê pesna berxwedana dîrokî ku li hember êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê hatibû raberkirin da û got ji bo berdewamkirina armanca şehîdan û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, divê têkoşîn were mezinkirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Berxwedana Kobanê destana lehengiyê ye
15 îlon, 2022   12:35
TEBQA

 Di daxuyaniya ku endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê li pêş nivîsgeha xwe xwendiye de, endamên nivîsgehê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Partiya Sûriya Pêşerojê amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “8 sal di ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst yên li dijî bajarê berxwedanê bajarê Kobanê derbas bûn. Ev bajar ji cîhanê re hêz û vîna gelên azad li hember terorê, tundraw û hêzên tarîtî îsbat kir.

Di 15’ê Îlona 2014’an de rêxistina DAIŞ’ê hewl da Kobanê ji şêniyên wê vala bike, kontrol bike, siyaset û sûcên hovane pêk bîne. Ew yek di demekê de ku sûcên wê gihaştin lûtkeyê û civak bi giştî tirsand pêk hat, lê DAIŞ’ê nikarî li hember berxwedana ku hemû cîhanê xiste matmayînekê li ber xwe bida.”

DESTANA KOBANÊ YA LEHENGANE HÊVÎ DA

Di daxuyaniya kombûnê de îşaret bi berxwedana lehengane ya ku şêniyên Kobanê li hember çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye hate kir û ev tişt hate gotin: "Ji Kobanê hêvî û ronahî derket. Şêniyên wê berxwedana dîrokî raber kir û stiriya DAIŞ’ê ku destpêka bidawîbûna wê bû, şikand."

Kombûna Jinan a Zenûbiya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî koçberkirina bi deh hezaran sivîlan û şehîdbûna bi san û wêrankirina binesaziyê û dorpêça zêdetirî 134 rojan, her wiha ruxmî cudahiya cebilxane û hejmaran vîna şervanên YPJ, YPG û hêzên gerîla neşikî  û Kobanê rizgar kir. Berxwedana wan veguherî destaneke lehengane ku bala hemû cîhanê kişand ser. Cîhanê wê demê rastiya parastina mirovî û nirxên girêdayî civaka mirovahiyê nas kir.

‛TÊKOŞÎNA ME RÊYA YEKANE YA BERXWEDANÊ YE’

Endamên kombûnê di daxuyaniyê de soz da hemû şehîdan di oxira azadî û edaletê de canê xwe daye û ev tişt got: "Em soz didin ku ew rêyê bişopînin û rêya me ya têkoşînê dê rêya ber bi rizgarkirina hemû xaka Sûriyê ji dagirkeriyê be. Em hêzên xwe QSD’ê ji bo parastina xaka me û şerê li dijî terora dewleta Tirk ku sûcên hovane bi rêbaza DAIŞ’ê pêk tîne, pîroz dikin. Me çawa DAIŞ têk bir, em ê dagirkeriyê jî têk bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ew ê bi îsrareke mezin asta berxwedanê bilind bikin, gel, welat û nirxên mirovahiyê yên pîroz biparêzin.

(fr)

ANHA