Rojnameyên erebî: Sedr bêdengiya xwe didomîne

Rojnameyên erebî yên îro behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, têkiliyên Îran û welatên Kendavê û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Sedr bêdengiya xwe didomîne
15 îlon, 2022   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

‛LI GEL CUDABÛNA HELWESTÊN HEVRIK Û HEVALBENDAN SEDR BÊDENGIYA XWE DIDOMÎNE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El Ewest wiha nivîsî: "Li gel nakokbûna helwestan û parçebûna nêrînên hêzên siyasî yên Iraqê, serdana 40`emîn a li Kerbelayê ku sibe temam dibe, bi dawî dibe. Ew yek di demekê de tê ku Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê li ser agirbesta neeşkere ku serdana 40`emîn li Kerbelayê ferz kiriye, bê deng man. Ew serdan ji bo rê û resmên Aşûreyê ku 40 rojan dewam dike, pêk hat. Tiştê nû ku her du aliyên şîe matmayî hiştin, helwesta her du hevalbendên berê yên Sedr; Hevbendiya Sunnî û PDK’ê bû. Piştî vexwendina Sedr ji her duyan re ku ji parlamentoyê vekişin, Hevbendiya Sunnî û PDK’ê ragihand ku ew bi hilbijartinên pêşwext re ne, lê şert e ku hikumeteke xwedî tevahî erkan were avakirin.

Biryara serokê Hevbendiya Sunnî Mihemed Helbosî û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Çarçoveya Hemahengiyê wekî erêkirina helwestên li hember lidarxistina hilbijartin û avakirina hikumeta bê, bi rêya rûniştina parlamentoyê hesiband. Sedr guh neda helwesta her du hevalbendên xwe yên berê û bangên Çarçoveya Hemahengiyê yên têkildarî girîngiya têkiliya pê re ji bo avakirina hikumetê paşguh kir.

Li gorî çavkaniyên siyasî yên agahdarên diyalog û dan û standinên nefermî yên di navbera hêzên siyasî de, agirbesta çil rojî ku ber bi dawîbûnê ve ye, helwesta aliyên dijber neguherand.

Lê helwestên di hundirê hêzên Çarçoveya Hemahengiyê de dest bi cudabûna li aliyê wergirtina metirsiyên muhtemel ên piştî serdana çil rojî kir, nexasim jî ger xwepêşadan dîsa dest pê bikin. Li aliyekî din jî hîna helwestên serokê Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û serokê Esaib Qeys Xezelî li hember Sedrê tund in. Li kêleka wê jî helwestên serokê Tevgera Hikmê Emar El Hekîm, serokê Îtîlafa Serkeftinê Heyder El Ebadî û serokê Hevbendiya Fetih Hadî El Amirî ber bi lihevhatina bi Sedr re ne."

‘ÎRAN DIXWAZE TÊKILIYÊN XWE BI ÎMARATÊ RE BI PÊŞ BIXE’

Têkildarî têkiliyên Îranê û welatên Kendavê, rojnameya El Ereb nivîsî: “Piştî sardana balyozê Îmaratê ji Îranê re ku ji 2016`an de ev sardana yekemîn e, wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan diyar kir ku niyeta welatê wî heye ku têkiliyên xwe bi Îmaratê re bi pêş bixe.

Roja çarşemê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Emîr Ebdulehyan êvara sêşemê balyozê Îmaratê Seyf Zeabî pêşwazî kiriye ku heya çend salan Îmaratê asta nûnertiya xwe kêm kiribû. Ew yek piştî ku xwepêşandêrên îranî bi ser navendên dîplomatîk ên Siûdiyê de girtibû, pêk hatibû.

Li gorî daxuyaniya wezîrê karên derve yê Îranê “Komara Îslamê, li ser esasê siyaseta cîrantiyê girîngiyê dide pêşxistina têkiliyan bi hemû cîranên xwe re û di nav de Îmarat.”

Îmaratê di Tebaxa borî de di çarçoveya bilindkirina asta nûnertiya dîplomatîk û pêkanîna berjewendiyên hevbeş ên her du welatên cîran û herêmê, biryar dabû ku balyozê xwe vegerîne Tehranê.

Îmaratê di havîna 2020`an de gotibû ku ew ê peymanên aştiyê bi Îsraîlê re pêk bîne ku Îsraîl dijminê Îranê ye. Îranê ev gav bi tundî rexne kiribû. Lê di demên dawîn de Ebû Dabî peywendiyên xwe bi hin welatên ku di salên dawîn de têkiliyên pê re xirab bûbûn wekî Qeter, Tirkiye û Îranê, xurt kirin.

Ji bo piştevaniya Riyadê, Îmaratê ji 2016`an de asta nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Îranê kêm kiribû.”

‘LUBNAN: MAFÊN RAWESTANDÎ LI BENDA PEYMANEKE BERFIREH IN’

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsand: "Dîmenê siyasî yê li Lubnanê hîn jî tevlihev e, di nava pirbûna belavokan û kêmbûna daneyan de. Hin çavkaniyên ji rojnameyê re axivîne hemfikir in di bazara qeyrana siyasî de hîn her tişt mîna berê ye û nîqaş di navbera avakirina hikumetê û hilbijartinên serokkomariyê de têne dabeşkirin. Ji ber ku girêka di dosyaya hikumetê de, di mana hikumetê ya wekî xwe de tevî hinek guhertinên biçûk maye sekinî, serokkomar jî vê yekê red dike û daxwaza zêdekirina 6 wezîrên dewletê dike. Serokwezîrê erkdarkirî jî vê yekê red.

Di encamê de diyar e ku felcbûna siyasî bi xurtî li hemû aliyan belav bûye û ev yek jî di dema erka heyî ya ku di 31’ê Cotmehê de bi dawî dibe, pirsa çarenûsa dewlet û saziyan derxistiye holê.

Gelek çavkaniyên siyasî ku hemfikir in, wiha ji rojnameya El Beyan re ragihand: "Têkiliya berjewendiyan peymanek berfireh hewce dike. Dibe ku aliyên navxweyî bi tena serê xwe nikaribin vê yekê pêk bînin, bi taybetî di vê dema ku gotegotên li ser hebûna hevkêşeyek ku her çareseriyek pêşerojê karûbarên serokatiyê kontrol dike, tên kirin, ku naveroka wê jî wiha ye: "Yan peydakirina şert û mercên herêmî û navneteweyî ku bibe sedema lihevkirineke berfireh an jî berdewamiya aloziyê ku dibe sedema guhertinên bingehîn di cewherê pergalê, pêkhateya wê û mekanîzmaya hilberîna desthilatê de."