YPG: Hevrêyê me Merwan Derbendîxan li Helebê şehîd bû

YPG’ê da zanîn ku şervanê wan Merwan Derbendîxan dema ku li ser erka xwe bûye li Helebê di encama qezayekê de şehîd bûye.

YPG: Hevrêyê me Merwan Derbendîxan li Helebê şehîd bû
14 îlon, 2022   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê şehadete şervanekî xwe ragihand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hevrêyê me Merwan Derbendîxan sala 1999’an li mintiqeya Derbendîxanê ya bi ser Silêmaniyê ve hatiye dinê. Wekî her Kurdekî ji bo berpirsyariyên xwe yên li hember gelê xwe pêk bîne, sala 2017’an tev li nava refên hêzên me bû. Hevrê Merwan jî wek hemû şervanên me û wekî her mirovekî bi ax û gelê xwe re girêdayî, barê şoreşê girt ser milên xwe û bû têkoşerek û rêwiyekî têkoşîna azadiyê. Li herêma Efrînê û herî dawî li Helebê xebatên pratîk meşandin. Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalak tev lê bû, ji bo nirxên şoreşa mirovahiyê û parastina axê xwîn rijand, birîndar bû lê dîsa di demeke kurt de tev li xebatan bû.

Hevrê Merwan dema li Helebê li ser erkê bû, di 16’ê Çileya 2021’an de di encama qezayekê de şehîd bû û tev li karwanê nemiran bû. Keda wî ya 5 salan a di nava şoreşê de nirxekî mezin e ji bo azadiya gelên me.

Em ê keda hemû şehîdên me yên şoreşa me kirin şoreşa mirovahiyê, ji bîr nekin û her tim li ser şopa wan bimeşin. Em li ser navê Yekîneyên Parastina Gel ji malbata şehîd Merwan û gelê me yê Başûr û kurdistaniyan ra sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya pakrewanê me wiha ye:

Nasnav: Merwan Derbendîxan
Nav û Paşnav: Alan Cemal
Navê Dayikê: Şeyhan
Navê Bav: Cemal
Cihê Jidayikbûnê: Silêmanî
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 16 Çile 2021”