Li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan bi sedan şêniyên Kobanê xwepêşdan kir

Bi dirûşmeya “Dema Dema Azadiya Rêbertî ye” li dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan îro şêniyên gundewarê rojhilatê Kobanê xwepêşandanek li dar xist. Şênyan got, yên li ser fikr û felsefeya rêber Ocalan mezin bûne binkeftinê nas nakin.

Li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan bi sedan şêniyên Kobanê xwepêşdan kir
14 îlon, 2022   10:30
KOBANÊ

Xwepêşandan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê ve hat organîzekirin û bi sedan şêniyên Kobanê beşdarê bûn.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan û pankertên bi nivîsên “Li dijî tecrîd û xiyanetê Werin Cenga Azadiyê” û “Bê Serok Jiyan Nabe” rakirin.

Xwepêşdanê ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Taşlokê heta navarasta gundê Taşlûkê dewam kir. Xwepêşandêran bênavber dirûşmeyên “Dem Dema Azadiyê” û “Bimire faşîzm” berz kirin.

Xwepêşandan li navarasta gundê Taşlûkê veguherî mitîngê. Li wir hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Her wiha soz da ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê têkoşînê bidomînin.

Mehmûd tekez kir ku çi dikin bila bikin, dê nikaribin îradeya gelê herêmê têk bibin û got: “Yê li ser fikr û felsefeya rêbertî mezin bûye, têkçûnê nas nakin.”

Mehmûd bang li gelê herêmê kir ku bikevin tevgerê û dakevin qadan da ku zextê li ser rejîma Tirkiyê bikin ji bo tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bike.

Mitîng bangawaziya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

ANHA