piştî Hakan Fîdan, fermandarê Hêzên Qudsê yên Îranê li Iraq’ê ye

Piştî serdana şandeya misteşarê MİT’a Tirk Hakan Fîdan, fermandarê Hêzên Qudsê yên Îranê Îsmaîl Qaanî serdana Iraqê kir.

piştî Hakan Fîdan, fermandarê Hêzên Qudsê yên Îranê li Iraq’ê ye
13 îlon, 2022   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hefteya borî şandeyeke ewlehiyê û îstîxbaratî ya Tirk bi serokatiya misteşarê MİT’ê Hakan Fîdan serdana paytexta Iraqê Bexdayê kiribû û li gel serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, serokwezîr Mistefa El-Kazimî, serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî, nûnerê sûniyên li Iraqê Xemîs Xencer, wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hûseynê PDK’yî û hinek rayedarên Herêma Kurdistanê hevdîtinên veşartî pêkanîbû.

Balkêş e piştî şandeya ewlekarî û îstîxbaratî ya Tirk fermandarê Hêzên Qûdsê ya Îranê Îsmaîl Qaanî jî serdana Iraqê kir.

Li gorî hinek dezgehên çapemeniyê yên Iraqî Qaanî li Kerbeleyê tev li merasîma Hz. Hûseyîn bûye, lê behsa ti bernameyeke wî ya hevdîtinan li gel rayedarên Iraqê ne hate kirin.

Heya niha jî nayê zanîn armanca sereke ya serdana Qaanî ya ji bo Iraq’ê çi ye, lê serdana wî ya piştî Hakan Fîdan balê dikişîne.