PYD`ê civînek ji şêniyên navçeya Til Birakê re li dar xist

Ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî yên dawîn PYD`ê civînek ji şêniyên navçeya Til Birakê re li dar xist.

PYD`ê civînek ji şêniyên navçeya Til Birakê re li dar xist
13 îlon, 2022   13:57
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeyê tev li civînê bûn ku li hola Navenda Çandê ya navçeyê li dar ketiye.

Di civînê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebid El Xenî Oso axivî û got: “Ji destpêka şoreşê li Sûriyê ve, şênî difikirîn ku şoreş di 2011`an de dest pê kir û bûyerên 2004`an ji bîr kirin ku serhildana 12`ê Adarê çirûska azadiyê û hevgirtina pêkhateyên herêmê bû li hember hewldanên hikumeta Şamê ji bo belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyên kurd û ereb de. Di 2011`an de ev şoreş belav bû.”

Oso rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo parastina herêmê silav kir û got: “Êdî Sûriyê bû kilîta Rojhilata Navîn, ji ber wê hêzên cîhanê hewl didin wê kontrol bikin lê ji bîr kirin ku wê kesek an jî hêzek mîna QSD`ê bi lehengî parastina vê axê bike.”

Oso destnîşan kir ku li hember şerê taybet ê li dijî herêmê tê kirin, divê civak hişyar be. Ji ber bingeha vî şerî, parçekirina civakê û belavkirina bêexlaqiyê ye û wiha pê de çû Komployek li dijî vê herêmê heye. Li dibistan, zanîngeh û kolanan ev şer ji aliyê dewletên dijber ve di serî de dewleta Tirk bi rêya ajanan û kesên xwefroş tê meşandin.”

Oso teqezî bi pêwîtiya hevgirtina gelên herêmê li hember hewldanên têkbirina civakê û parçekirina wê kir.

Di dawiyê de Ebid El Xenî oso got: “Di dîrokê de gelan çanda xwe parast. Divê em vê parastinê berdewam bikin bi rêya vejandina çand û adetên xwe ji ber hebûna me li herêmê bi çanda me ve girêdayî ye.”

(dm)

ANHA