Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenîstanê şer dîsa dest pê kir

Tevî ku deh meh di ser bidawîbûna şerê Qerebaxê re derbas bûn, lê gelek caran binpêkirinên agirbestê li ser sînorê Azerbaycan-Ermenîstanê dîsa veguherî şer.

Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenîstanê şer dîsa dest pê kir
13 îlon, 2022   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê dîsa bû sedema pevçûnan. Agirbesta ku piştî şerê beriya 10 mehan li herêma Qerebaxê ya li ser xeta sînor hatibû ragihandin, gelek caran hat binpêkirin. Di nakokiyên di navbera her du welatan de, alî hevdu sûcdar dikin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku pişt nîvê şevê Azerbaycanê gelek herêmên Ermenistanê bombe kir.

Bomberdûman saet di 00.05’an de dest pê kir. Şêniyên Jermûk, Vardenîz û Gorîsê dengê gelek teqînan bihîstin.

Hate diyarkirin li ser sînor gelek top hatine avêtin. Li Gorîsê ya ku 25 hezar nifûsa wê heye jî dengê gelek teqînan hat.

Li bakurê rojhilatê Ermenistanê li herêma Gegarkûnik a nêzî Gola Sewanê jî dronên Tirkan ên Bayraktar TB-2 hatin dîtin.

Li Kapanê ya ku li başûrê welat e jî piştî saet 01.00’an de dengê bomberdûmanê hat. Li bajarên Martûnî, Artanîş û Sotkê ya nêzî Behra Reş jî dengê topan hat.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê diyar kir di êrişan de gelek kes mirine û birîndar bûne lê bîlançoyeke zelal neda.

Piştî ku êrişan dest pê kir du saet şûnde hikumeta Ermenistanê li Êrîvanê kom bû. Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê bi Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Wezîrê Karê Derven yê DYA’yê Antony Blînken re axivî.

Ligel van hewldanan şer li ser sînor domiya. Hate diyarkirin di destê sibehê de jî şer domiyaye.