Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Divê gelê me piştgiriya me bikin

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk ên dawî sivîlan rasterast dike hedef da ku wan koçber bike û diyar kirin ku ew amade ne bi piştigiriya şêniyan herêmê biparêzin.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Divê gelê me piştgiriya me bikin
13 îlon, 2022   08:38
HESEKÊ

Ji destpêka meha Îlonê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane li dijî navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê êrişan pêk tînib û balafirên keşfê hertim li ser ezmanê navçeyê digerin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi piranî gundên tijî şênî armanc digirin ku ev tişt nîşan dide armanca dagirkeriyê ew e ku şênî koçber bibin û gundên xwe vala bikin.

Girêdayî vê mijarê, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Ciwan Til Temir û Selah Mihemed wiha ji ajansa me re axivîn.

Ciwan Til Temir diyar kir ku di encama êriş û topbarana li dijî gundên şêniyan de, gelek birîndar çêbûn û ziyan gihaşt malên wan.”

'ERKÊ ME PARASTINA GELÊ HERÊMÊ YE’

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan hewl dide şêniyên herêmê koçber bike û herêmê vala bike, ji ber wê jî dest bi pêkanîna sûc û komkujiyan li dijî wan kir, tiştê ku li eniyên şer diqewimin jî nîşana vê yekê didin.

Ciwan Til Temir wiha axivî: “Em wek hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hîn di cihên xwe de ne û erkê me parastina herêmê ye. Em ne şerxwaz in, lê belê di çarçoveya mafê parastinê yê rewa de em bersivê didin.”

Ciwan Til Temir wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di salên borî de me şerê rêxistinên terorîst kir û heta niha jî şerê wan dikin, bila dagirkerî baş bizane ku senaryoyên berê dê dubare nebin, em tu carî dev ji xaka xwe bernadin, soza hêzên me jî ew e ku em şer dikin ji bo bi ser kevin.”

ARMANCA DAGIRKERIYÊ KOÇBERKIRIN E

Bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re, du peyman; yek di navbera dagirkeriya Tirk û Amerîkayê de di 17’ê Cotmeha 2019’an de û ya din di navbera dagirkeriya Tirk û Rûsyayê de di 30’ê heman mehê û salê de, hatin îmzekirin, ku di encama wê de agirbestek hat ragihandin. Lê ji wê demê ve, dewleta Tirk ne pabendî wê ye.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Selah Mihemed wiha axivî: “Dewleta Tirk û çeteyên wê her tim peymanan binpê dikin û rojane malên welatiyan topbaran dikin da ku milkên wan wêran bikin û koçber bikin.”

Selah Mihemed wiha domand: “Hin caran hewldanên derbasbûna navçeyê ji aliyê komên çete yên dagirkeriya Tirk ve tên kirin, lê em wek Meclisa Leşkerî ya Til Temirê van hewldanan têk dibin û dişikînin.”

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wan 2 çeteyên ku di 9’ê Îlonê de ji bo birîna daran û diziya malên şêniyan ketibûn gundê Leylan ê Til Temirê, kuştin.

BÊDENGÎ

Der barê bêdengiya hêzên navneteweyî de, Selah Mihemed wiha axivî: “Hêzên garantor li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bêdeng in, tevî ku hinek top li derdora baregehên wan dikevin jî, lê belê hêzên ku bersivê didin hêzên me ne.”

Di dawiya axaftina xwe de, Selah Mihemed wiha got: “Em wek Meclisa Leşkerî ya Til Temirê pabendî parastina xak û gelê xwe ne, divê gelê me jî piştgiriya me bike da ku em van êrişan têk bibin.”

(mh)

ANHA