Rojnameyên erebî: Alîgirên Çarçoveya Hemahengiyê ji bo xwepêşandanên Sedr xwe amade dikin

Rojnameyên erebî yên îro behsa amadekariya alîgirên Çarçoveya Hemahengiyê, xwepêşandanên Sedr li Herêma Kesk, rewşa Lubnanê û xwepêşandanên li Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Alîgirên Çarçoveya Hemahengiyê ji bo xwepêşandanên Sedr xwe amade dikin
13 îlon, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‛ALÎGIRÊN ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ JI BO XWEPÊŞANDANÊN  MUHTEMEL ÊN SEDR XWE AMADE DIKIN’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Çavkaniyên têkildarî da zanîn ku hêzên alîgirên Çarçoveya Hemahengiyê amadekariya jinûve belavkirina li Herêma Kesk û derdora wê dikin ku li hember xwepêşandanên Çalakgerên Tişrîn û alîgirên Şepêla Sedr bisekinin, da ku rûniştina parlamentoyê ya ji bo avakirina hikumeta nû biparêzin.

Çarçoveya Hemahengiyê piştî lihevkirina hevalbendên Sedr (Hevbendiya Serweriyê û PDK) pêşketineke mezin li ser avakirina hikumetê wergirt. Ew gaveke surprîz e dibe ku bandorê li hilweşîna hevbendiya piraniyê bike.

Li gorî hin agahiyan, Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide bêyî koordînakirina bi Sedr re hikumetê ava bike yan jî garantî ji Sedr der barê pêvajoya demkî ya ewle de wergirtine.

Sedr jî hewl didin li hember çi gavên ber bi avakirina hikumetê ve xwepêşandana li dar bixin. Li gorî çavkaniyên cuda, fermandarên alîgirên Sedr di rêvebirina koman de çalak in ku dê tev li xwepêşandanên piştî bidawîbûna merasîmên serdana çilemîn bibin. Her wiha 3 çalakgerên Sedr da zanîn ku ew komên bingehîn li Bexda, Necif û Besra çalak in.

Li kêlek wê jî siyasetmedarên partiyên Kurd û Sunne texmîn dikin ku ger Mistefa Kazimî careke din bibe serokê hikumetê dê nakokiya bi Sedr re kêm bike û xetereyên muhtemel jî kêm bike. Lê guman li ser mayîna Kazimî di erka xwe de hene."

‛XETIMÎNA SIYASÎ LI LUBNANÊ DIRÊJ DIBE’

Li ser rewşa Lubnanê, rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Ruxmî nezelalbûnek di piranî destkeftî û rêveçûnên li Lubnanê de hene, lê xetimîna siyasî ya têkildarî mafên hilbijartinên serokatî û avakirina hikumetê nayên 'sînorkirin'. Agahiyên li ser hevdîtina nêz a di navbera serokkomar Mîşêl Ewn û serokê erdkdarî Necîb Mîqatî de tevlihev in.

Têkildarî mafan, Lubnan di valahiyeke siyasî de dijî. Lêgerîna li avakirina hikumetê heta demeke nediyar sekinî ye û nîqaşên li ser taybetmendiyên serokkomarê bê nav zelal nekirin. Têkildarî aliyê hundir hîna gelek sînaryo li ser avakirina hikumetê û mafên serokatiyê hene û bi hêsanî nayên çareserkirin, bi taybet helwestên li ser van her du dosyayan pir dûr in."

‛XWEPÊŞANDANÊN LI  SÛDANÊ MIXABÎNIYA HÊVIYÊN BEŞA SIYASÎ ŞÎROVE DIKIN’

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Diruşmên siyasî di xwepêşandanên Sûdanê de derketin pêş û xwepêşandêran girîngî da bidawîkirina darbeya leşkerî û vegera li rêveçûna demokrasî. Bi wê re di xwepêşandanan hin guhartin çêbûn, ji ber berê xwepêşandan çînî, li ser xwestekên aborî û derbasbûna li hûrgiliyên pirsgirêkên jiyanî bûn.

Komîteya sazûmaniya mûçeyên karkerên beşa kehrebê roja duşemê dest bi gireva giştî li beşên girêdayî kehrebê kirin û di xwepêşandanên xwe de banga zêdekirina mûçeyên karkeran kir.

Diyar e reftara xwepêşandanên beşa kehrebê û beşên din ên xizmetguzariyê bêyî koordînayeke siyasî li dar ketin. Ev jî nîşan dide ku hîna gelek dîlê perspektîfên hêz û partiyan e."

(fr)