Hêzên Îranê kolberekî din qetil kir

Hêzên Îranê li herêma Hengejal ya Baneyê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kir û 3 jî birîndar kirin,

Hêzên Îranê kolberekî din qetil kir
13 îlon, 2022   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di 11’ê Îlonê de li herêma Hengejal ya ser bi Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ve, hêzên Îranê êrişî komek kolber kirin.

Li gorî agahiyan, di encama êrişê de kolberê bi navê Rizgar Mihemedzade (40) yê ji xelkê bajarê Seqiz ku bavê du zarokan bû hate qetilkirin.

Heman rojê kolberê bi navê Seîd kerîm (30) jî di êrişa hêzên Îranê de birîndar bû.

Her wiha du kolberê bi navê Mihemd Qaremanî û Siyamek Şikrî jî ji li heman herêmê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin îşkecenkirin û birîndar bûn.