​​​​​​​Li Til Temir û Zirganê ji ber êrişan 3 hezar û 600 xwendekar ji xwendinê bê par mane

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re 3 hezar û 596 xwendekarên li navçeyên Til Temer û Zirganê ji xwendinê bê par kirin.

​​​​​​​Li Til Temir û Zirganê ji ber êrişan 3 hezar û 600 xwendekar ji xwendinê bê par mane
13 îlon, 2022   05:38
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ziyanek mezin gihandiye perwerdeyê li herêmên nêzî şer û navçeyên Zirgan û Til Temirê yên Hesekê. Ew jî bi bêparkirina bi hezaran xwendekaran ji xwendinê ye, ji ber ku dibistanên wan di encama bombebaranê de wêran bûne û hin jî kirine baregehên leşkerî.

Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2022-2023'yan re û piştî ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 18'ê Îlonê wek roja destpêkirina dewama xwendekaran ji bo her sê qonaxên xwendinê destnîşan kir, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê amadekariyên xwe li herêmên nêzî şer bi dawî kirin.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Dibistanan û di çarçoveya amadekariyên wê de, hejmarek mal wek dibistan ji xwendekarên Zirgan û Til Temirê re hatine veqetandin da ku xwendekar xwendina xwe tê de temam bikin.

Der barê mijarê de rêvebera di Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê de, Zehra Elî ji ajansa me re wiha axivî: "Pêvajoya sererastkirina dibistanên li herêmên di bin hedefa dagirkeriya dewleta Tirk de, ji ber zêdebûna êrişên leşkerî yên berdewam ên dagirkeriya Tirk, hate taloqkirin."

Li gorî amarên rêveberiyê, hejmara xwendekarên li Til Temirê ji 7 hezar xwendekarî 4 hezar û 526 xwendekar in, li navçeya Zirganê jî ji 4 hezar xwendekarî 2 hezar 878 xwendekar in. Ew jî li gorî amarên beriya dagirkeriya Tirk a li Serêkaniyê ku di Cotmeha 2019'an de pêk hat.

Hejmara dibistanên Til Temirê bi giştî 126 e, ji wan 85 dibistan niha aktîf in, 26 dibistan di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne û hin dibistan jî hatine wêrankirin. 15 dibistan jî koçberên Serêkaniyê tê de bi cih bûne.

Li Zirganê hejmara giştî ya dibistanan 81 e, ji wan 40 dibistan niha çalak in û 35 dibistan di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne ku hin ji wan jî hatine hedefgirtin. 6 dibistan jî koçber tê de bi cih bûne.

Zehra Elî diyar kir ku ji ber zêdebûna êrişên dagirkeriya dewleta Tirk dibistanên mayî jî dibin hedefa êrişan û wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Zirgan û Til Temirê bûn sedema ku 3 hezar û 596 xwendekar ji temamkirina pêvajoya perwerdeyê bê par bimînin û ev yek jî bandoreke neyînî li ser xwendekaran dike."

Zehra Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Demên bêhnvedanê yên xwendekaran hatin betalkirin da ku waneyên perwerdeyê ji wan re bên zêdekirin.”

(hs)

ANHA