Armancên Yekitiya Jinên Ermen; birêxistinkirin û çalakkirin

Berdevka Yekitiya Jinên Ermen Anahîd Qesbiyan teqezî bi girîngiya avakirina Yekitiya Jinên Ermen kir ku birêxistinkirina jinan û çalakkirina wan di hemû qadên jiyanê de armanc dike, piştî derbasbûna 107 salan di ser qirkirina ku dewleta Tirk li dijî pêkhateya Ermen pêk aniye.

Armancên Yekitiya Jinên Ermen; birêxistinkirin û çalakkirin
13 îlon, 2022   05:34
HESEKÊ-SÎBELCAN SELMAN

Jinên Ermen ên endamên Meclisa Civakî ya Ermen, di 31’ê Tebaxê de, di konferansa xwe ya yekemîn de ku li bajarê Hesekê bi tevlêbûna 150 delege, nûnerên rêxistinên jinan û yekitiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, Yekitiya Jinên Ermen ragihand.

Berdevka Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Anahîd Qesbiyan têkildarî rêziknameya Yekitiya Jinên Ermen got: “Jinên Ermen ji hemû mafên xwe bê par hatin hiştin û li dijî wan gelek komkujî pêk hatin. Heta zimanê ermenî lê hat qedexekirin. Ji urf û adetên xwe hatin dûrxistin û dîroka wan tune bû. Piştî 107 salan ji êş û azaran, ev yekitî hat avakirin da ku hemû mafên wan vegerîne û li koka xwe ya resen vegere û çanda xwe ya resen nas bike.”

Anahîd Qesbiyan bal kişand ser armanca yekitiyê û got: “Ji yekitiyê em armanc dikin, zemînekê ji jinên Ermen re ava bibe da ku xwe bi pêş bixin û destkeftiyan li ser hemû astan pêk bînin. Her wiha da ku rola wan di hemû saziyan de were aktîfkirin.”

Navendên Yekitiya Jinên Ermen li Qamişlo, Dêrazor û Reqayê hene. Navenda giştî jî li kantona Hesekê ye. Yekitî amadekariya vekirina navendeke din li Helebê dike.

Der barê mekanîzmaya kar û xebatên yekitiyê de Anahîd Qesbiyan wiha axivî: “Yekitî, amade ye li rex hêzên xweparastinê bisekine, tev li Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bibe. Piştgiriyê bide hemû jinan da ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Piştî avakirina yekitiyê, me gelek dosyayên girîng bi dest xistin ku qirkirinên li dijî me sala 1915`an pêk hatine bidestxistin. Em ê careke din wan dosyayan vekin û bixin rojevê.”

Girêdayî amadekariyên yekitiyê li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê Anahîd Qesbiyan got: “Dê dewreyên perwerdeyê li ser bikaranîna çekên sivik hebin, bi taybet ji jinan re, da ku xwe biparêzin, şer bikin û li rex hêzên leşkerî tê bikoşin û dagirkeriyê têk bibin.”

Di dawiyê de Anahîd Qesbiyan behsa komkujiyên li dijî gelê Ermen ên ji aliyê Osmaniyan ve kir û got: “Dewleta Tirk neviya Osmaniyan e. Ev pergal xwîndar e. Hewl dide yekitiya gelan û hevgirtina wan bi rêya êrişên xwe têk bibe. Lê em ê bi yekitiya xwe li rex Rêveberiya Xweser bisekinin heta serkeftin pêk were.”

ANHA