Meclisa Malbatên Şehîdan birîndarên şer ên Til Temirê xelat kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê ji bo xelatkirina birîndarên şer şahiyek li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan birîndarên şer ên Til Temirê xelat kirin
12 îlon, 2022   18:40
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo xelatkirina birîndarên şer li ser fedakariya wan a ji bo xaka welatê xwe dane, li qada Parka Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê û bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, şahiyek li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/09/12/174341_trky-alhsn-28kbyr29.webp

Di destpêka şahiyê de, yek ji birîndarên şer, Tirkî El Hesen, spasiya amadekarên şahiyê kir û soza berdewamkirina têkoşînê da. Her wiha bang li ciwanan kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û dev jê bernedin.

/ar/uploads/files/2022/09/12/174357_nalyn-ywns-28kbyr29.webp

Piştre, endama navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê, Nalîn Yunis helbest û endamên navendê stran got.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan xelatên sembolîk li birîndarên şer belav kirin û şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

 (mh)

ANHA