Lêgerîna Hakan Fîdan û plana nû ya şer - ÊZDÎN ŞENGALÎ

Lêgerîna Hakan Fîdan û plana nû ya şer - ÊZDÎN ŞENGALÎ
13 îlon, 2022   05:23

Di demên dawîn de alozî, pevçûn, êriş û opreasyonên li herêmê zêde bûne. Muqabilê vê, hevdîtinên di navbera aliyên îstixbarî, siyasî û leşkerî de jî. Herî dawî serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan li gel şandeyekê hate Iraqê, bi rayedarên iraqî, hêzên sunnî û berpirsên PDK’ê re jî hevdîtin kirin. Beşek ji van hevdîtinan bi awayekî fermî hatin ragihandin lê li pişt perdeyê, dûrî kamerayan, hin hevdîtininên nepen jî hatine kirin. Beriya Hakan Fîdan were Iraqê bi demekê, li Moskovê bi berpirsê îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk re jî hevdîtin kiribû. Lez û beza hevdîtininên siyasî, îstixbarî û leşkerî di rojên dawîn de gelek zêde bûne, her wiha êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê jî.

Ev hemû geşedan di sêgoşeya Iraq-Sûriyê û Tirkiyê de diqewimin û rasterast bi Şerê Sêyemîn û Cîhanê û encamên wê ve girêdayî ne. Ev her sê dewletên ku Kurdistan dagir kiriye, di nav qeyraneke mezin de ne. Wekî tê zanîn pergala netewedewlet a li van her sê dewletan li ser nebûna gelê Kurd û Kurdistanê hatibû avakirin. Niha ev pergal ji du milan ve hildiweşe. Ya yekemîn, meşa azadiyê ya 50 salan a gelên Kurdistanê ev pergal aniye ber hilweşînê. Ya duyem, pergala fînans kapîtalê jî hewl dide dizayneke nû ya siyasî, îdarî û civakî bide herêmê. Dewletên herêmê jî bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker dixwaze statukoya heyî bi rêya hin restorasyonan biparêze. Niha hevdîtinên dawîn ên serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan bi vê rastiyê ve girêdayî ne. Dewleta Tirk ji milekî ve bi projeksiyona Mîsaqî Mîllî hewl dide beşeke axa Iraq û Sûriyê tev li axa xwe bike, ji milekî ve jî hewl dide li hemberî PKK’ê, yekitî û serweriya Iraq û Sûriyê derxe pêş.

PÊŞÎ ŞENGAL Û MEXMÛR, PAŞÊ MÛSIL, KERKÛK Û HELEB

Bê guman siyaseteke bi vî rengî nikare bi ser bikeve, qesta dewleta Tirk ji serwerî û yekitiya Iraq û Sûriyê tesfiyekirina pergala xweseriya demokratîk a li Rojava, Şengal û Mexmûrê ye. Ji ber ku heya ev pêk neyê, dewleta Tirk nikare Mîsaqî Mîllî pêk bîne. Stratejiya dewleta Tirk a destpêkê ku di 2014’an de xistin meriyetê, hem tesfiyekirina hemû dînamîkên tevgera azadiyê, hem jî dagirkirina Iraq û Sûriyê bû. Lê di encama berxwedana tevgera azadiyê û gelên Kurdistanê  de ev stratejî bi ser neket, dewleta Tirk û rejîma wê ya siyasî hate asta hilweşînê. Niha tiştê ku bi destê Hakan Fîdan dixwazin sererast bikin, ev e. Ew ê destpêkê Iraq û Sûriyê li hemberî sîstema xweser rakin, destkeftiyên gelê Kurd û tevgera azadiyê tesfiye bikin, peyre jî berê xwe bidin Mûsil, Kerkûk, Heleb û Şamê.

NEXŞEYA KURDISTANÊ YA PDK’Ê YA LI ZANÎNGEHA ZAXOYÊ

Dewletên Sûriye û Iraq bê guman haya xwe ji vê plana dewleta Tirk hene. Lê ji ber ku ew jî nikarin dest ji desthilata navendî berdin, ruxmî ev çend parçebûnê hê jî dixwazin pergala netewedewletê ji nû ve ava bikin, ji siyaseta dewleta Tirk re dibin zemîn. Ya rast ev e; qeyrana li Iraqê qeyrana 5 hezar salî ye, dewlet hilweşiyaye, saziya siyasetê tune bûye, lê Sadr hê jî behsa Iraqa navendî dike. Piştgiriya hêzên sunnî ya ji bo Sadr tê fehmkirin lê gelo PDK jî dixwaze pergala federatîf a Iraqê hilweşe û Iraqeke navendî ji nû ve ava bibe? An jî PDK baş dizane ku ev siyaset dê rê li ber parçebûna Iraqê veke, ew ê jî bikarin bi dilê xwe bi dewleta Tirk re bimeşin. Êdî dikarin xwe bikin parêzgeheke girêdayî Osmaniya Nû. Jixwe PDK’ê nexşeya Kurdistanê jî parçe kir. Herî dawî nexşeya Kurdistanê ya li Zanîngeha Zaxoyê, ji bo dilê dewleta Tirk xweş bikin, parçe kirin. Di nexşeya Kurdistanê ya PDK’ê de Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hîç nîn in, ev li milekî, PDK’ê Mûsil û Kerkûkê jî ji vê nexşeyê derxistiye. Êdî ne hewce ye em siyaseta PDK’ê fireh fireh nîqaş bikin, berê xwe bidin nexşeya Kurdistanê ya li ser Zanîngeha Zaxoyê, bes e û zêde ye jî.

DEWLETA TIRK DIXWAZE DI PAYÎZÊ DE ŞER BERFIREHTIR BIKE

Xuya ye plana dewleta Tirk a dagirker ne ji bo Iraqê ne jî ji bo Sûriyê ne çareserî ye. Li gorî hin çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker dixwaze di payîzê de asta dagirkeriya xwe ya li herêmê berfirehtir bike. Bê guman ev tê wateya mezinkirin û berfirehkirina şer. Artêşa Tirk, li Zap, Metîna û Avaşînê li ber gerîlayên azadiyê xitimiye, têk çûye. Dewleta Tirk eger şer li Rojava û Başûrê Kurdistanê berfirehtir neke dê li Zapê têk biçe. Di rojeva Hakan Fîdan de ev rastî heye, dixwaze şerê li Başûrê Kurdistanê berfirehtir bike, di hevdîtinên dawî de jî ji rayedarên Iraqê, hêzên sunnî û PDK’ê piştgiriya vê xwestiye. Jixwe bi awayekî vekirî aşkera kirin ku ew ê dest ji şerê li qadên gerîla bernedin, ew dixwazin şer berfirehtir bikin.

PLANA VALAKIRINA ŞENGALÊ Û DAGIRKIRINA BI DESTÊ PDK’Ê

Êrişên dawî yên li Şengalê û Mexmûrê jî encama vê planê ne. Bi taybet ev 20 rojên dawî liv û tevgera balefirên şer û yên keşfê li ser Şengal û Mexmûrê kêm nabe. Pê ve girêdayî êrişên hewayî jî zêde bûne. Di nav vê toz û dûxanê de, PDK’ê di salvegera fermana 2014’an de, ango di destpêka meha Tebaxê de pêleke nû ya koçberiyê da destpêkirin. Çawa ku bi sedan gundên Zaxo û Duhokê ji bo dagirkeriya artêşa Tirk bi destê PDK’ê hatin valakirin, niha jî dixwazin berê Êzidiyan bidin Ewropayê û Şengalê vala bikin. Di nav çend mehên dawî de, piraniya wan ji kampên li Başûrê Kurdistanê, derdora 5000 Êzidî bi destê dewleta Tirk û PDK’ê derbasî Yewnenîstanê hate kirin. Ev jî parçeyek ji plansaziya şer a dema nû ye.

NE TENÊ ŞAM Û BEXDA, ENQERE JÎ DI NAVA QEYRANÊ DE YE

Xuya ye dewleta Tirk a dagirker, bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya hin hêzên li Iraq û Sûriyê, dixwaze pêngaveke nû ya dagirkirinê di mehên payîzê de bide destpêkirin. Ji ber ku wextê rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî nemaye, dikilkilin û dixwazin tiştek bikin. Serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan niha dixwaze bingeha vê pêngava nû ava bike. Ev plana wan a nû çiqas pêş bikeve û biserkeve ne diyar e. Lê rastiyek heye ku ne tenê Şam û Bexda, Enqere jî di nava qeyraneke mezin de ye. Pergala 100 salî ya Komara Tirkiyeyê li ber hilweşînê ye. Rast e, ew ê bixwazin asta şer bilind bikin lê eger li hemberî vê plana nû Rojava, Mexmûr û Şengal ji xwe bawer bin û berxwedana xweseriyê pêş bixin, ew ê dagirkeriya dewleta Tirk bişikê. Hakan Fîdan ji ber ku vê rastiyê baş dizane, dixwaze êrişên nû li ser Şengal, Mexmûr û rojavayê Kurdistanê plan bike.