​​​​​​​Ukraynayê 20 bajarok xistin bin kontrola xwe

Artêşa Ukraynayê ragihand ku di 24 saetên borî de 20 bajarok vegerandine bin kontrola xwe. Li aliyekî din jî Kremlînê got ku Rûsya bi biryar e ku "bigihêje armancên xwe yên leşkerî li Ukraynayê."

​​​​​​​Ukraynayê 20 bajarok xistin bin kontrola xwe
12 îlon, 2022   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê, artêşa Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku "dijmin ji bêtirî 20 bajarokan derxistiye".

Duh (yekşem), artêşa Ukraynayê ragihandibû ku hêzên wan zêdetirî 3 hezar kîlometreçargoşe ji hêzên Rûsyayê vegerandine bin kontrola xwe.

Di heman demê de hêzên Rûsyayê jî ji gelek bajarokên herêma Donbassê vekişiyan, amûr û cebilxane li pey xwe hiştin. Li gorî wêneyên ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatine belavkirin, alavên leşkerî yên terikandî li deverên ku jê derketine, hatine dîtin.

Kremlînê îro di yekem bersiva xwe ya giştî ya li hember pêşdeçûna Ukraynayê de daxuyand ku Rûsya dê bigihêje armancên xwe yên leşkerî li Ukraynayê.

Her wiha erokê Komîteya Îstixbaratê ya Senatoya DYA’yê Mark Warner di hevpeyvînekê li gel CNN'ê de got êrişa dijber a Ukraynayê "encama xebata îstixbarata DYA’yê ya bi hevkarên Ukrayna û Brîtanyayê re bû."

(hs)