​​​​​​​Di teqîna Kampa Waşûkanî de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn

Di teqîna li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê de ku koçberên ji herêma Serêkaniyê ya dagirkirî lê dimînin, 4 kes birîndar bûn. Ajansa me navên birîndaran bi dest xistin.

​​​​​​​Di teqîna Kampa Waşûkanî de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn
12 îlon, 2022   12:15
HESEKÊ

Danê nîvro li Kampa Waşûkanî (12 km li rojavayê Hesekê) ya taybet bi koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî motorsklêtek teqiyabû.

Navên du birîndarên rakirine Nexweşxaneya El Hikmê ya Hesekê, wiha ne: “Mecîd Mihemed Elî (9), rewşa wî giran e û Emîne Elî Omer (25), di destê xwe de birîndar bûye û rewşa wê niha baş e.”

Her wiha 2 birîndarên din rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê û navên wan wiha ne: “Salim Mehmûd El Ehmed (28), Salih Mehmûd (23).” Rewşa wan niha baş e û ew ji nexweşxaneyê derxistine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqînê heta van kêliyan tu daxuyanî nedaye.

(cx)

ANHA