Li Şedadê 25 jinan dewreya dirûtinê bi dawî kir

Komîteya Ciwanan a Meclisa Navçeya Şedadê dewreya dirûtinê ku 25 jin beşdar bûbûn, bi dawî kir. 

Li Şedadê 25 jinan dewreya dirûtinê bi dawî kir
12 îlon, 2022   11:55
HESEKÊ

Dewreya dirûtinê bi nirxandina xebatnê 25 jinên ku tev li perwerdeyê bûne û bi belavkirina karnameyan, bi dawî bû.

Dewreyê 30 rojan berdewam kir û tê de ji aliyê perwerdekarên pispor ên di warê dirûtinê de dersên teorîk û pratîk ên dirûtin û qutkirinê ji bo jinan hatin dayîn.

Der barê dewreyên perwerdeyê û armancên wan de, endamê Komîteya Ciwanan Beşar El Dexîl wiha got: "Armanca dewreyê, ji bo ku jin xwe bispêrin hêza xwe, werin perwerdekirin. Her wiha da ku bikarin di tekstîlan girêdayî Rêveberiya Xweser de kar bikin."

El Dexîl got: "Wê derfetên karkirinê destpêkê ji bo wan jinan bin ku perwerde dîtine û karnameya pisporiyê ji Navenda Perwerde û Amdekirinê ya girêdayî ciwanan wergirtine.”

Li gorî Komîteya Ciwanan a Meclisa navçeya Şedadê, dewreya dirûtinê hêzeke erênî da ku hejmarek dewreyên pîşeyî yên din di dema bê de di bin çavdêriya pisporan de werin vekirin.

(hs)

ANHA