​​​​​​​Kadar Pîrê: Hewldanên Rûsya yên lihevanîna Şam û Enqere rastî gelek keleman tên

Axaftin li ser lihevanîna muhtemel di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de dewam dikin, bêyî ku tu pêşketin çêbibin. Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê diyar kir ku hewldanên Rûsya yên lihevanîna herdu aliyan rastî dosyayên bi girêk û gelek keleman tên.

​​​​​​​Kadar Pîrê: Hewldanên Rûsya yên lihevanîna Şam û Enqere rastî gelek keleman tên
10 îlon, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL HEBÎB

Dema borî, hemwextî zêdebûna lihevhatinên di navbera Rûsya û Îranê de, berpirsên dewleta Tirk a dagirker îhtîmala lihevhatina bi hikumeta Şamê re xistinê rojevê.

11'ê Tebaxa 2022'yan, wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu gotibû, "Tirkiye piştgiriya lihevkirina siyasî di navbera (opozîsyona Sûriyê) û rejîma Esed de dike". Her wiha ragihand ku wî di Cotmeha 2021'ê de behsa vê mijarê kiriye, dema ku li paytexta Sirbistanê Belgradê beşdarî civîna tevgera bêalî bû û bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re civiya bû.

Beriya vê yekê jî serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan, dema ku ji civîna li Soçiyê ya bi serokê Rûsyayê Vladîmîr re vedigeriya ku 6'ê Tebaxê pê hatibû gotibû, saziyên îstîxbaratê yên Enqere û Şamê têkildarî "Rêxistinên terorîst" di nava têkiliyan de ne.

Erdogan dema ku ji serdana li Ukraynayê vedigeriya di 19'ê Tebaxê de ragihandibû ku Tirkiyê amade ye peywendiyên bi hikumeta Şamê re bighîne asteke bilind an ku asta siyasî.

Ev ne cara yekemîn e ku herdu alî dan û standinan pêk tînin. Destpêka 2020'î de, serokê ewlehiya nîştimanî ya hikumeta Şamê Elî Memlûk û serokê îstîxbarata Tirk Hakan Fîdan li Moskov civiyan. Ev hevdîtin a eşkere ji sala 2011'an de bûn.

ARMANCÊN ŞAM Û ENQERE

Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê têkildarî armancên dewleta Tirk û hikumeta Şamê ji van dan û standinan got: "Ji bo rejîma Sûriyê her lihevhatineke bi kijan aliyên cîhanê re serkeftineke mezin e. Ji bo Tirkiyê jî rewşa siyasî û aborî heye. Partiyên tirkî mijara penaberên sûrî ji bo hilbijartinên bê bi kar tîne, nêrîna van partiyan li ser bidawîkirina dosyaya Sûriyê û vekişandina artêşa Tirk ji Sûriyê û windahiyên ku dê bibîne. Ev yek bi qada aborî ve girêdayî ne, ji ber ku lêçûna mijara penaberên Sûriyê yan jî mijara artêşa Tirk a li Sûriyê û lêçûna wan giran e. Lê tê zanîn ku rastiya vê mijarê ne wisa ye, nexasim mijara penberan ku Tirkiyê li ser pişta wan çetîtiyê dike û hemû alîkariyên ku Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberan dişînin, Tirkiyê didize."

Têkildarî armancên derve yên dan û standinên dewleta Tirk û hikumeta Şamê, Pîrê ev nirxandin kir: "Namyeke dualî ji bo hemû aliyan e, nexasim piştî ku Tirkiyê bi bin ket û erêkirina dagirkirina herêmên din ên Sûriyê bi dest nexist. Ev name bi taybetî ji bo Amerîka û Ewropa ye. Tirkiyê bi vê nameyê dixwaze bide nîşandan ku heger destûr nedinê dikare aliyê din be. Her wiha nameyeke zelal ji bo Rûsya û Îranê jî ye ku temamkirina lihevkirinên berê yên di navbera du aliyan li Soçî û Astana, herî dawî hevdîtina sêalî ya li Tehranê ye."

TAKTÎKEKE TIRKÎ YE

Dema ku Rûsya derbasî Sûriyê bû û civînên Astanayê dest pê kirin, her wiha nakokiyên wê bi DYA'yê re yên der barê Sûriyê de zêde bûn, helwesta rejîma Enqere hat guhertin. Lê piştî civînên dawî yên Erdogan û serokên Rûsya û Îranê, ev nakokî zêdetir bûn. Erdogan ji bo pêkanîna êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest destekê werbigire.

Girêdayî armancên Tirkiyê ji van dan û standinan, Pîrê got: "Ev taktîka nû ya Tirkiyê ye da ku hêviyên gelê Sûriyê yên di azadî, rûmet û demokrasiyê de têk bibe. Tirkiyê piştî ku siyasetên wê yên berê yên dagirkirina deverên din ên Sûriyê bi bin ketin, rêbazên din bi kar anîn û rasterast destwerdan kir, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û xwest Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçe bike. Tirkiyê ji bo dagirkirina deverên din erêkirin wernegirt, ji ber vê yekê serî li rêbazên din da ku armanc û daxwazên xwe bi cih bîne û vî beşê demokratîk li vê herêmê wêran bike, heger Kurd be an gelê Sûriyê bi giştî be. Tirkiyê di kirîn û firotinê de pispor e. Di firotina wan çeteyan de jî gelekî pispor e. Her wiha wekî pêlewanan di guherînê re pispor e û 150 dereceyan ji çep heta rastê tê guhertin. Ev hemû ji bo berjewendiyên rêveberiya xwe û mafyaya serdest e. Di heman demê de fobyaya wê heye ku Kurd mafên xwe bi dest nexin, heger bi dest bixin wekî destpêka bidawîbûna dewleta Tirk li herêmê dibîne."

RUXMÎ HEWLDANÊN RÛSYA DOSYAYÊN BI GIRÊK Û GELEK KELEM HENE

Medyayên Fransayê encamên dan û standinên herdu aliyan eşkere kirin û gotin "Ji bo ku rola navbeynkar di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bilîze, Rûsya sponseriya civîneke nû di navbera serokên îstîxbaratên her du welatan kir ku ji sala 2011'an de bi nakok bûn. Encam ne qanih bûn, lê bi kêmanî rê li ber Enqere û Şam vekir ku vê yekê bikin."

Têkildarî îmkana ku ev dan û standin bighêjin encaman, Kadar Pîrê wiha got: "Dosyayên di navbera herdu aliyan de gelekî bi girêk in. Wekî min got, Erdogan di firotin û kirînê de pispor e û hêza wî ya guhertinê bi awayekî mezin heye ku dê gelek astengiyên li pêşiya xwe derbas bike, ji ber ku aliyekî sereke ye û şirîkê rejîmê yê wêrankirina Sûriyê ye. Lê destwerdanên herêmî û navneteweyî wê li ber dewleta Tirk kelem bin. Rûsya dixwaze Tirkiyê di dosyaya Sûriyê de razî be. Berjewendiyên gelê Sûriyê heger Kurd be yan Ereb be ne xema Rûsya ye. Rûsya dixwaze Tirkiyê dûrî NATO'yê bixe. Her wiha Rûsya dixwaze rola Tirkyê di mijara sivkirina cezayên ku li ser wê hatine ferzkirin hebe. Tirkiyê ji bo Rûsya wê dergeh be, ji ber ku di vê mijarê de pispor e. Me ev yek di dosyayên Iraq û Îranê de dît. Ev mijar gelek aliyan digire, Ewropa û Amerîka hene. Amerîka dizane ku heger qadê ji bo Rûsya veke ku ligel wê şerê li Ukraynayê hebe, wê ji ev ji bo Rûsya serkeftinek be, lê Amerîka û Ewropa wiha naxwazin, ji ber vê yekê mijar tevlihev e. Tirkiyê di tunekirina Kurd û Rêveberiya Xweser û hemû şirîkên ku ev rêveberî ava kirine de cidî ye."

'ENCAMÊN LIHEVHATINÊ WÊ JI BO TEVAHÎ SÛRIYAN ZIYAN BE'

Kadar Pîrê xîtabî hikumeta Şamê kir " Mirov nikare di her lihevkirinekê de pişta xwe bide Tirkiyê, ji ber ku Tirkiyê pabendî lihevkirinan nabe û li gorî berjewendî û kêfa xwe tê guhertin. Tirkiyê her tim sûcan dike, ji bilî qirkirin, qetilkirina sîstematîk, qirkirina çand û zimanên tevahî gelên herêmê bi tiştekî din nafikire. Ji ber vê yekê dîroka wê zelal e û emaneta wê tune ye. Ewropa û yên di NATO'yê de ev fam kirine û li ser vî esasê nêzî wê dibin. Min gelek caran behsa Tirkiyê û bê enameta wê û ne rastbûna wê kir. Divê nêrîna rejîma li ser vê xalê hebe. Divê rejîm baş bifikre, rêya xwe ber bi ya rast ve biguherîne û bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bike. Divê diyalog sûrî-sûrî be. Tevî hemû tiştên ku berê vê rejîmê kirine, dîsa ji rejîma Tirk û yên ne Tirk ên ku xêrê ji Sûriyê re naxwazin, baştir e.''

Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şêwazê vê lihevhatina di navbera du sûcdaran (a serwer li Şamê û ya serwer li Tirkiyê ) de çi be, wê encamên ji bo tevahî gelê Sûriyê, çi yên ku xwe spartin Tirkiyê û çi yên ku xwe spartin rejîmê bi zerar bin. Ev lihevhatin tê wateya vegera rewşa beriya 2011'an e. Lê ev yek ne pêkan e."

ANHA