​​​​​​​Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê

Nexweşa demansê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmara 1’an a Kocaeliyê tê ragirtin, di saetên serê sibê de rakirin nexweşxaneyê.

​​​​​​​Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
9 îlon, 2022   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate diyarkirin ku Aysel Tûglûk di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê dermankirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku Tuglûk a di demekî nêzîk de bi Covid-19’ê ket bi ser xwe ve nehat û got: “Îro me ew şand beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Rewşa neyînî ya ji ber şert û mercên girtîgehê derdikeve holê her ku diçe tenduristiya wê xerabtir dike.”