Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de gelek cebilxane û ala DAIŞ`ê hatin desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya Pêngava Mirovî  û Ewlehiyê de, gelek cebilxane û ala çeteyên DAIŞ`ê li beşa 3`an desteser kirin.

Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de gelek cebilxane û ala DAIŞ`ê hatin desteserkirin
9 îlon, 2022   14:48
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ku bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bipiştgiriya QSD û YPJ`ê hate ragihandin bi hemû baldariya xwe di roja 16`an de didome.

Nûçegîhana me ya ku kêlî bi kêlî pêngavê dişopîne ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşa 3`yan ê kampê çeka klaşnîkov, 9 cercûr, ala çeteyên DAIŞ`ê, çenteyên leşkerî, hebên ku xwînê disekinîne, derzî, lepikên leşkerî, rextê leşkerî, tablet û gelek guleyên klaşnîkov ku di konekî de bi bin axê de bûn, bi baldarî desteser kirin. Her wiha xwediyê kon girt.

Nûçegihana me wêne û dîmenên desteserkirinê kişandin.

Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê derzî û hebên sekinandina xwînê, dema birîndar dibûn, bi kar dianîn.

Tê payîn ku di kêliyên li pêşiyên me de wê  Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê vê bûyerê de agahiyên berfirehtir parve bike.

Pêngav heya niha didome.

ANHA