Li Hesekê Mîhrîcana Zarokan a Heftemîn li dar ket

Bi dirûşma "Azadî bi zarokatiyê dest pê dike" Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk a Hesekê bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn Mîhrîcana Zarokan a Heftemîn li dar xist.

Li Hesekê Mîhrîcana Zarokan a Heftemîn li dar ket
9 îlon, 2022   12:46
HESEKÊ

Mîhrîcan li Navena Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa Muftî ya Hesekê bi beşdariya komên hunerî; Koma Înana ya Suryan a dîlanê, Koma Şehîd Demhat a stranan a zarokên Kampa Waşûkanî ya navçeya Holê, Koma Şehîd Viyan Peyman a muzîkê ya Dirbêsiyê, Koma Şehîd Serhed a muzîkê ya Hesekê, Koma Çivîkên Pêşerojê, Koma Kulîlkên Kurdistanê, Koma Xabûrê ya stranan a Til Temirê, Koma Şehîd Derasî û Koma Celadet Bedirxan a şanoyê hate lidarxistin û bi sedan zarok û malbatên wan û endamên saziyên sivîl lê amade bûn.

Di mîhrîcanê de sînevîzyonek li ser perwerdeya salê ya zarokên beşdarî mîhrîcanê bûne û wêneyên zarokan hatin pêşandan.

Endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê Fatme Ehmed mîhrîcan li gelê herêmê pîroz kir û wiha got: "Armanca me ji lidarxistina mîhrîcanê peyamekê ji dagirkeriya Tirk re bişînin ku şêniyên herêmê ji tevahî pêkhateyên wê bi çand û hunera xwe ve girêdayî ne, tevî êrişên wê yên li ser herêmê. Her wiha armanc ew e ku behreyên zarokan derxin û teşwîq bikin, fikrê azadiyê ku ji hezkirinê û xweqebûlkirinê, jiyana hevbeş û avakirina nîfşekî nû belav bikin.”

Dê mîhrîcan bi belavkirina bawernameyên xelatkirinê li komên hunerî yên beşdar, bi dawî bibe.

(fr)

ANHA