Berpirsekî tirkî: Dê Erdogan û Biden di dawiya vê mehê de li hev bicivin

Berpirsekî tirkî eşkere kir ku di dawiya vê mehê de dê civînek navbera serokkomarê Tirkiyê û serokê Amerîkayê de li dar bikeve û dê di civînê de li ser rewşa Sûriyê, Ukrayna, têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê, lihevkirina hinarekirina dexlûdanên Ukrayna û nakokiya navbera Enqere û Etnînayê de nîqaş bikin.

Berpirsekî tirkî: Dê Erdogan û Biden di dawiya vê mehê de li hev bicivin
9 îlon, 2022   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî tirkî ji ajansa Reutersê re da zanîn ku dê di dawiya vê mehê de di navbera serokê Amerîka Jeo Biden û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdodan de civîn were lidarxistin. Li gorî berpirs dê têkiliyên Tirkiyê û Rûsya, çekên Amerîkayê, nakokiyên li Ukranya û Sûriyê werin nîqaşkirin.

Tê texmînkirin ku Erdogan di çend rojên din de serdana Washingtonê bike.