​​​​​​​QSD`ê nasnameyên 2  şervanan eşkere kirin

QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe ku duh li Kampa Holê di encama pevçûna bi şaneyên DAIŞ‛ê re şehîd bûn de, eşkere kirin.

​​​​​​​QSD`ê nasnameyên 2  şervanan eşkere kirin
9 îlon, 2022   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe ku duh li Kampa Holê şehîd bûbûn, eşkere kirin.

QSD‛ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên me QSD`ê hemleyên xwe yên têkoşîna li dijî şaneyên veşartî û yên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst, berdewam dikin. Hemwextî wê jî bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didin û efsaneyên lehengî destnîşan dinivîsin.

Hêzên me di qonaxa duyemîn a pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku 25`ê Tebaxa derbasbûyî ji bo misogerkirina ewlehiya Kampa Holê û têkbirina şaneyên rêxistina terorîst hate ragihandin, roleke mezin list ku terorîst girtin, xendekên bi kar dianîn, dîtin û gelek cebilxane û çek kontrol kirin.

Duh bi şev jî dema komeke terorîst hewl da ji kampê birevin, hêzên me li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew dorpêç kir, terorîstan gule reşandin û şer derket, terorîstek hate kuştin û 6 hatin girtin.

Di heman demê de 2 şervanên me Raxib Samir Berxeş (Cesûr Xebat) û Ehmed Ebas El Mitêran (Udey Cinêdiye) şehîd bûn.

Şehîd "Cesûr Xebat" di gelek eniyan de li dijî rêxistina DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk şer kir û tu carî di pêkanîna erka xwe de dudilî nebû.

Şervan "Udey Cinêdiye" jî di hemû eniyan de li ber xwe da, moral û hêviyên hevalên xwe xurt dikirin.

Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û hemû gel re dixwazin û soza xwe ya li hember şehîdên xwe nû dikin ku tola wan hilînin.

Nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Cesûr Xebat

Nav û paşnav: Raxib Samir Berxeş

Navê dayikê: Asya

Navê bav: Samir

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor 1999

Cih û dîroka şehadê: Kampa Holê 8`ê Îlona 2022

****

Nav û paşnav: Ehmed Ebas Mitêran

Navê dayikê: Enûd Dendel

-Navê bav: Ebas

Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo 1997

Cih û dîroka şehadê: Kampa Holê 8`ê Îlona 2022

(eh)