​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hewl dide herêmên ‘lihevkirinan’ ji nû ve dîzayn bike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa rewşa li Derayê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û rewşa Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê hewl dide herêmên ‘lihevkirinan’ ji nû ve dîzayn bike
9 îlon, 2022   08:44
NAVENA NÛÇEYAN

‘REJÎMA SÛRIYÊ HEWL DIDE JI NÛ VE ‘HERÊMÊN LIHEVKIRINAN’ ÊN DERAYÊ DÎZAYN BIKE’

Girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Dan û standinên li bajarê Casim ê Derayê di navbera berpirsê saziya ewlehiya leşkerî ya li başûrê Sûriyê Luey El Elî, rêveberên herêmê û rûspiyên li bajêr de negihaştin tu lihevkirinekeê Komîteya rejîmê ya dan û standinê li ser xwestekên xwe yên derxistina kesên bi tawanên tevlêbûna li rêxistina DAIŞ‛ê ji bajêr, bi israr e. Kesên dan û standinan dikin da zanîn ku tu kesên biyanî di bajêr de tune ne û ew qebûl dikin ku li dijî kesên hewl didin karên tevliheviyê bikin an jî bi DAIŞ‛ê re didin û distînin, bisekinin. Lê komîteya rejîmê her tim dibêje şaneyên DAIŞ‛ê li bajêr hene û îşaretê bi operasyonên leşkerî dike.

Çalakgeran da zanîn ku tiştê saziya ewlehiyê li Derayê dike ku sewqiyetên leşkerî ber bi bajêr ve dibe û gefan li hin herêmên lihevkirinan dixwe ku li dijî rejîma Sûriyê disekinin siyaseteke nû ya ferzkirina serweriya xwe li ser van herêman e. Bi taybet piştî gelek herêmên lihevkirina li dijî kiryarên saziyên ewlehiyê û xwestekên yên li herêmê yên ji bo girtina muxalifên berê, rêveber û endamên koman sekinîn."

‘TEVÎ TÊKÇÛNA VEBIJÊRKAN JÎ SEDR BI REDKIRINÊN XWE VE GIRÊDAYÎ YE’

Der bare rewşa Iraqê rojnameya El Ereb ev tişt anî ziman: "Salih Mihemed El Iraqî ku wek wezîrê Sedr tê naskirin, derî li pêş derfeta pêkanîna lihevkirineke siyasî bi Çarçoveya Hemahengiyê re girt û vegera parlamenterên Sedr ên serbixwe li parlamentoyê bi tundî red kir. Lê iraniyan diyar kir ku ew yek redkirina li hember binketina li dijî hevrikên xwe yên Çarçoveya Hemahengiyê ye.

Salih Mihemed El Iraqî da zanîn ku nêrîna dawî ya vegera Tevgera Sedr li parlamentoyê bi çi hincetê dibe bila bibe, qedexe ye û ew gendelên di hikumetê de red dikin."

‘LI SÛDANÊ BANGÊN PÊKANÎNA DIYALOGÊ JI BO ÇARESERKIRINÊ KRÎZÊ’

Li ser rewşa Sûdanê jî rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsî: "Hêzên lihevkirina nîştimanî li Sûdanê banga pêkanîna diyalogê bêyî dûrxistina tu aliyekî kir ku çareya siyasî li welat pêk bê.

Wezîrê darayî ya Sûdanê û serokê Tevgera Edil û Wekheviyê û fermandarê Hevalbendiya Hêzên Lihevkirina Nîştimanî Ciraîl Îbrahîm da zanîn ku divê lihevkirinek di navbera hêzên siyasî li Sûdanê de pêk were û got: "Dûrxistin sedema krîza li welat e. Em amade ne dan û standinê bi hemû hêzên siyasî re bikin da ku bigihêjin çareyekê."

Îbrahîm destnîşan kir ku diyaloga di navbera aliyan de divê zelal be û divê li gorî biryara Sûdanê be û ji aliyên navneteweyî û bepirsên wê ve pêk were. Her wiha ji mafên hemû partiyên siyasî ye, ji bilî Partiya Kongreya Nîştimanî, beşdar bibin."