Parêzeran ji bo rêber Abdullah Ocalan serî li CPT’yê da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rêber Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi daxwaza “serdana lezgîn bikin" serî li CPT’yê da.

Parêzeran ji bo rêber Abdullah Ocalan serî li CPT’yê da
9 îlon, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber xebernegirtina ji rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da.

17 meh e anku ji Adara 2021’an ve xeber ji rêber Ocalan û girtiyên din nayê wergirtin. Di serlêdana ku balê dikişîne ser binpêkirina sîstematîk a li Îmraliyê, der barê geşedanên di navbera Nîsan û Tebaxa 2022’yan de agahî dan CPT’yê.

DI 5 MEHAN DE 61 SERLÊDAN HATIN ASTENGKIRIN

Di navbera 1'ê Nîsanê û 31'ê Tebaxa 2022'yan de 40 serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran û 21 yên malbatan li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Hat ragihandin ku hemû serlêdan hatine astengkirin.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku bi sedema ku astengkirina hevdîtinan a bi muwekîlan re li dijî qedexeya îşkenceyê ye ji aliyê 775 parêzeran ve di 10’ê hezîrana 2022’yan de serî li Serdozgeriya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê hat xistin û hat xwestin demildest divê parêzer biçin miwekîlênxwe bibînin. Di nav parêzerên serlêdan kirin de serokên baroyan jî hebûn. Lê belê heta niha jî tu bersiv nedane serlêdanê û bê bersiv hatiye hiştin.

Buroya Hiqûqê ya Sedalê di serlêdanê de bal kişand ser astengkirina hevdîtinên di cejnan de û hat gotin aqûbeta nameyên ku muwekîlên wan di navbera Adar û Tebaxê de şandine nayê zanîn û her wiha di vê demê de tu hevdîtin bi telefonê jî nehatine kirin.

QEDEXEYÊN NÛ

Her wiha hate diyarkirin ku her çend 6 meh qedexeya parêzeran a di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn jî di 22’yê Nîsana 2022’yan de bi dawî bû jî, yekser serlêdan hate kirin û ev serlêdan jî hate redkirin û bêbersiv ma. Her wiha hat destnîşankirin ku di 13'ê Nîsana 2022'yan de ji aliyê Dadgeha Înfazê yê 2'yemîn a Bursayê ve beriya ku dema qedexeya parêzeran bi dawî bibe 6 meh cezayê nû yê hevdîtina parêzeran hat dayîn, lê piştî serlêdana li dadgehê ev rewş hate zanîn.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku her çend cezayê dîsiplînê yê Desteya Dîsiplînê ya Îmraliyê ya di 3’yê sibata 2022an da di meha hezîranê da bi dawî bûye jî, serlêdanên li dozgeriyê hatin redkirin û ji bo îfadeyê jî serî li Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê dan. Ev serlêdan jî aliyê Dadgeha Înfazê ve hat redkirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku sedema vê redkirinê bi îdiaya "Cezayê disîplînê hê dewam dike" hatiye dayîn. Hat bibîrxistin ku cezayê dîsiplînê yê navborî di 22'yê gulana 2022'yan de bi dawî bûye, hat parvekirin ku Desteya Dîsiplînê ya Îmraliyê hîn bûye ku di 31'ê gulana 2022'yan de 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê ya nû biriye. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku mweikîlên wan ji alîkariya parêzer û parêzvaniya hiqûqê mehrûm hatiye hiştin û bi vê rewşê sûc hatiye kirin.

DAXWAZA SERDANA LEZGÎN

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku rêber Ocalan û girtiyên din pêwendiyên wan bi derve re hatine astengkirin û ji her cure parêzvaniya hiqûqî bêpar hatine hiştin. Di serlêdanê de hat xwestin ku CPT demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û wezîfeya sereke ya Komîteyê ye ku divê baş zanibe heke xeber neyê girtin dê rê li ber xesarên telafiya wê nîne veke û demildest dawî li vê rewşê bîne.

Di serlêdanên de ev daxwaz hatine kirin:

- Divê Komîte bi awayekî lezgîn li Girava Îmraliyê serdanekê pêk bîne.

- Divê tavilê parêzer biçin serdanê û bi rêya hiqûqê dawî li biryarên qedexekar û astengiyan bê anîn.

- Malbat û wazî divê tavilê biçin serdanê û hemû astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbatan bên rakirin.

- Divê mafê serdanê were tes3iskirin û her wiha mafê telefonê jî bi awayek rûtîn bê temînkirin.

- Divê hemû astengiyên li pêşiya name û faksan bê rakirin.

- Divê dawî li qedexeya rojname, kovar û pirtûkan bê anîn û her cure sepanên li dijî hiqûqê were bidawîkirin.

- Şert û mercên îşkence, muameleya dijmirovî û muameleya xerab û rewşa incommunicado ji holê bê rakirin û daxwaz tê kirin ku li tavilê prosedura xala 10/2’an a peymanê bikeve dewrê.