‘Em ê li hember kesên êrişî ax û gelê me dikin bibin bendeke asê’

Fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo valakirina herêmê ji şêniyên wê û firehkirina qada dagirkirina xwe êrişî herêmê dike. Şervanan teqezî bi sekn û berxwedana li hember êrişên li dijî herêmê û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir.

‘Em ê li hember kesên êrişî ax û gelê me dikin bibin bendeke asê’
9 îlon, 2022   07:39
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser eniyên şer didomînin. Rojane şêniyên herêmê dikin hedef da ku ewlehiya herêmê têk bibin û şêniyan koçber bikin.

Di vî warî de, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Eşmê got: “Dewleta Tirk a dagirker gundên Minbicê yên tijî şênî bi awayekî ketober û bi çekên giran topbaran dike. Piranî top li malên sivîlan dikevin. Di encamê de zirar digihêje mal û milkên wan û dema topbaranê ew neçar dibin birevin bajêr.”

Mehmûd wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide tirsê û xofê bixe dilê şêniyan da ku herêmê vala bike û dagir bike. Dewleta Tirk firehkirina hegemonyaya xwe li Sûriyê armanc dike. Lê em nahêlin dagirkeriya Tirk destê xwe bi herêmên rizgarkirî bike. Ev herêm, bi xwîna şehîdan ji DAIŞ`ê rizgar bû da ku em di nava azadî de û bi rûmet bijîn.”

Eşmê wiha berdewam kir: “Şênî dizanin ku dewleta Tirk dixwaze qada dagirkirina xwe firehtir bike. Ji ber wê ketober herêmê topbaran dike. Lê em xwedî vîneke xurt in. Em ê ax û gelê xwe biparêzin. Em nahêlin dagirkeriya Tirk destkeftiyên şehîdên me têk bibe.”

Şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku li eniyên şer e, Dijwar Kirk jî got: “Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe. Lê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û li hember hemû kesên êrişî gel û axa me dikin, bibin bendeke asê.”

Dijwar Kirk di dawiyê de got: “Em amade ne canê xwe feda bikin da ku ax, rûmeta xwe û gelê xwe di çarçoveya mafê parastina rewa de biparêzin. Em soz didin şehîdên xwe dê têkoşîna wan berdewam bikin heta hemû herêmên dagirkirî tên rizgarkirin.”

(dm)

ANHA