Meclisa Edaleta Civakî girtina parlamenter Semra Guzel ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şermezar kir

Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, girtina parlamentera HDP’ê Semra Guzel ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve û êrişa bi xiyaneta PDK’ê ya li dijî herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê, şermezar kir.

Meclisa Edaleta Civakî girtina parlamenter Semra Guzel ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şermezar kir
8 îlon, 2022   15:35
QAMIŞLO

Di 5’ê Îlonê de komek şervanên gerîla ku ji 5 şervanan pêk dihat ji aliyê balafireke bêmirov a biçek li herêma Xelîfanê hatin hedefgirtin û piştre êrişeke bejayî li dijî wan ji aliyê çekdarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve pêk hat, di encamê de 3 şervan şehîd bûn û 2 şervanên din hatin dîlgirtin.

Ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re, Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê endama meclisê Henîfe Mihemed ve hat xwendin:

Meclisê di daxuyaniyê de girtina parlamenter Semra Guzel ji aliyê dadgeriya Tirk ve û kiryarên wê yên derqanûnî yên li dijî siyasetmedarên Kurd şermezar kir. Her wiha diyar kir ku ji ber ku Semra Guzel Kurd e û nûnertiya vîna gelê Kurd dike, hat girtin. Ji ber AKP`ê armanc dike dengên muxalefetê bêdeng bike da ku qanûnên xwe pêk bînin ku li ser gelê Kurd li Tirkiyê xetere ne.

Her wiha têkildarî destwerdanên dewleta Tirk a dagirker di Iraqê de û binpêkirina serweriya Iraqê, meclisê di daxuyaniyê de wiha anî ziman: “Êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi armanca têkbirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku dewleta Tirk wê wek metirsiyekê li ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê ji xwe re dibîne. Hebûna PKK’ê di xaka Iraqê de di encama lihevkirinek navbera kesên payebilind ên partiyê û PDK’ê bû û li vê dawiyê bi hikumeta Iraqê re jî lihevkirin pêk hatin. Dewleta Tirk bi van êrişan nirx û pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku destwerdana leşkerî ya dewletekê di dewleteke din de qedexe kiriye, binpê dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê bang li PDK’ê kir ku êdî hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re neke, her wiha bang li Iraqê û NY’ê kir ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê berpirsyariyên xwe bînin cih, ji ber ku êrişên wê li ser ewlehî û aramiya navneteweyî gef in.

(mh)

ANHA