Rojnameyên erebî: Êrişa Îsraîlê ya li ser balafirgeha Helebê ji hikumeta Şamê re peyam e

Rojnameyên erebî yên îro derketine behsa êrişên Îsraîlê yên li Sûriyê, redkirina jihevxistina parlamentoya Iraqê ji aliyê Dadgeha Federal ve û têkiliyên Rûsya-Çînê kir.

Rojnameyên erebî: Êrişa Îsraîlê ya li ser balafirgeha Helebê ji hikumeta Şamê re peyam e
8 îlon, 2022   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RAYEDAREKÎ ÎSRAÎLÊ: BOMBEKIRINA BALAFIRGEHA HELEBÊ JI ESED RE PEYAMEK E’

Der bare kar û barên Sûriyê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Serokê Komîteya Karên Derve û Ewlehiyê ya Desthilata Zagonsaz a Îsraîlê Ram Ben Barak got êrişa beriya 2 rojan a li dijî balafirgeha Helebê ya Sûriyê ku avêtine ser Îsraîlê, peyamek e zelal bo serokê Sûriyê Beşar Esed e, eger xizmeta terorê hilbijêre dê berjewendiyên wî û welatê wî û hêza veguhastina navneteweyî li Sûriyê zirarê bibînin.

Ben Barak destnîşan kir ku êrişa ku Îsraîlê fermi negirtiye ser xwe, peyameke bo Beşar Esed ku divê hesaban bike eger daketina balafirên ji bo xizmeta armancên terorîê dewam bike, dê hêza tevgera navneteweyî ya veguhastinê li Sûriyê jî zirarê bibîne.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirgeha Helebê rastî êrişê hat, di encamê de 3 kes hatin kuştin û balafirgeh ji xizmetê derket.

Ben Barak ji malpera ‘Y Net’ a Îsraîlê re wiha got: “Bi giştî, stratejiya Îsraîlê têkbirina hewldanên Îranê yên avakirina milîsên çekdar li dora me tevî çekên taybet ne, yên bi armanca rêgirtina li karê me yê li djiî Îranê û din jî endamên din ên li herêmê. Ev plana Îranê ye, ew ji beriya gelek salan ve hewl didin pêk bînin. Qasim Suleymanî wê demê ev plan bi rê ve bir, me jî armanca têkbirina wê danî pêşiya xwe. Di heman demê de em ji sûriyan û Esed re dibêjin ku hilbijartina pêkanîna vê plane dê berjewendiyên wî jî bike hedef.”

‘MUQTEDA SEDR KAXIZA DAWÎN A JIHEVXISTINA PARLAMENTOYA IRAQÊ JI DEST DIDE’

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya El Ereb nivîsî: “Dadgeha Federal a Bilind ku bilindtirîn desteya zagonsaz a Iraqê ye, kaxiza dawîn ya serokê Tevger Sedr Muqteda Sedr a jihevxistina parlamentoyê û lidarxistina hilbjiartinên pêşwext, vekişand, piştî ku Sedr nikarî vê yekê bi xwepêşandêran pêk bîne.

Çavdêr dibînin ku biryara Dadgeha Federal vebijêrkên li pêş Sedr qels dike û wî neçar dike ku bi hevrikê xwe Çarçoveya Hemahengiyê re rûne.

Pisporê qanûnê Emîr Demî ji dezgehên çapemeniyê yên herêmî re got: “Biryara Dadgeha Federal destkeftiyeke dadgehê ye, ji ber ku destûra Iraqê pêk anî û qanûn û destûr derbas nekir. Jihevxistina parlamentoyê ne ji mafên dadgehê ye, di destûrê de ev yek zelal e.”

Çavdêr jî dibêjin ku biryara dadgehê dihat pêşbînkirin û Tevgera Sedr bi xwe jî li benda vî hikumî bû, lê belê ji bo tirsandina saziya dadgehê di xwe dispartin alîgirên xwe, di rastiyê de ew bi bin ket û li hember dorpêçkirina meclisa bilind a dadgehê beriya çend rojan, rastî reaksiyoneke xurt hat.”

‘WASHINGTON LI HEMBER NÊZÎKBÛNA RÛSYA-ÇÎNÊ BI FIKAR E’

Rojnameya El Ehram a Misirê jî li ser têkiliyên Rûsya-Çînê wiha nivîsî: "Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre piştrast kir ku desthilata Amerîkayê ji kûrbûna têkiliyên Moskov û Pekînê bi fikar e.”

Li ser daxwaza şîrovekirina raporên ku tê de tê pêşbînkirin hefteya bê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Çînê Xi Jinping di çarçoveya Lûtkeya Rêxistina Şanghayî ya Hevkariyê de li bajarê Semerqend ê Ozbekistanê bicivin, Jean-Pierre wiha got: "Ez naxwazim behsa hevdîtinên di navbera welatên din de bikim, lê belê me eşkere kir ku em ji kûrbûna têkiliyên Çînê û Rûsyayê bi fikar in.”

Balyozê Rûsyayê yê li Çînê Andrey Denisov jî ragihand ku dê Pûtîn di çarçoveya Lûtkeya Rêxistina Şanghayî ya Hevkariyê de ku wê di 15-16'ê Îlonê de li Semerqendê bê lidarxistin, bi hevtayê xwe yê çînî re bicive.”