​​​​​​​Welatparêzî; di nêrîna welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ku welatparêzî li ser ferd piştgiriya hêzên parêzvanên herêmê û gelê wê û fedekariya ji bo parastina xakê û destkeftiyan, ferz dike.

​​​​​​​Welatparêzî; di nêrîna welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de
8 îlon, 2022   05:26
HESEKÊ

Têgeha welatparêziyê li cem her ferdekî li gorî cografiya, şert û merc û qonaxa siyasî, leşkerî, aborî û civakî ya tê de dijî, cuda dibe. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ligel êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên wan, welatparêziyê van pênaseyan li welatparêziyê bar dikin; berxwedan, piştevaniya hêzên leşkerî, mayîna li ser erdê xwe û parastina wê.

Welatiyê bi navê Leys Cefer ê ji gundê Til Tişrîn ê navçeya Dirbêsiyê, welatparêzî anku mirovî welatparêz wiha pênase dike: “Girêdana bi xakê û parastina wê ye, ji ber ku mirov namûs û şerefa mirov e.”

Cefer tekez kir ku divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû rêbazên heyî girêdayî axa xwe bimînin û wiha domand; “Nexasim ligel êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê. Welatparêzî cewherê mirov û îradeya parastina xakê ye.”

Leys Cefer destnîşan kir ku êrişên li dijî encama komployeke navneteweyî tevî dewleta Tirk a dagirker e û wiha pê de çû: “Em xaka xwe ji dagirkeran yan hewldanên dagirkeriyê re nahêlin. Em li navçeya Dirbêsiyê girêdayî welat û axa xwe ne, em bi hêsanî dev jê naqerin.”

Ciwana bi nave Lîlav El Ehmed a ji gundê Ewra yê başûrê Dirbêsiyê jî dibêje ku ferdê welatparêz, mirovê azad e ku xwedî rihê welatparêziyê yê dihêle parastina xak û rûmeta xwe bike û mala xwe ji dijmin re nehêle.

Lîlav bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li kêlek Hêzên Sûriya Demokratîk bin û li hember destdirêjiyên li ser herêmê yên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve bibin mertal ji hêzên parêzvan re. Lîlav got: “Divê her ferdek li cihê xwe şer bike. Mayîna li welat bi tena serê xwe welatparêziya mirov û hezkirina wî ji welat û axa xwe re nîşan died.”

Helbestvan û wêjevan Hesen El Feyad ê ji navçeya Şedadê jî, welatparêziyê bi van hevokan tine ziman: “Welatparêzî girêdana rast a welatê ku em lê dijîn e. Girêdan tê wateya ku mirovê welatparêz bi hemû hest û hizirê xwe girêdayî welatê xwe be û ji bo pêşxistina welatê xwe û parastina wî bi hemû cidiyeta xwe kar bike.”

El Feyad diyar kir ku divê her ferdekî girêdayî vê xakê, parastina wê bike bi taybet di vê qonaxa ne asayî, xeter û çarenûsî de û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêmên din, êrişên xwe zêdetir kirine.”

Çalakvanê medyayê Casim El Şiwêx ku ew jî ji navçeya Şedadê ye dibêje ku welatparêzî, hezkirina welat e ku dema mirov ji dayik dibe, ew hezkirin jî pê re tê û wiha lê zêde dike: “Hre wiha girêdana ferz bi xak, urf û adetên xwe re û hevkariya di navbera pêkhateyên li ser yek xakê dijîn ji bo bilindkirina asta civakî ye.”

El Şiwêx destnîşan kir ku ji ber topbarana domdar û êrişên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk a dagirker, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qonaxeke nazik û çarenûsî re derbas dibin û ev tişt anîn ziman: “Ev yek îsrara me ya mezinkirina têkoşînê û yekrêziyê ji bo bersivdayîna dagirkeran û rizgarkirina xaka xwe, zêdetir dike.”

'MIROVÊ BAZARAN LI SER WELATÊ XWE BIKE, NABE WELATPARÊZ'

Welatiyê bi navê Fadil Zerik ê ji şêniyên Kobanê jî dibêje ku sifeta welatparêziyê ne tenê tê wateya parastina welat û wiha dewam dike: “Lê belê divê em canê xwe jî di oxira welat de feda bikin. Her lêdaneke dilê me divê bi welatparêziyê û hezkirina welat lê bide. Divê welatparêz, xwedî wijdan be da ku layîqî jiyana li ser vê xakê bibe, ya ku bi xwîna şehîdan ji terorê hatî rizgarkirin.”

Fadil Zerik dibîne ku kesê bazaran li ser welatê xwe bike, nabe welatparêz û wiha pê de çû: “Divê karên qirêjî li dijî hemwelatiyan neke. Her yek ji me li ser vê xakê xwedî rol e, divê em xwe di ser kesî re jî nebînin, lê belê divê em wan biparêzin. Tiştê em dikin erka me ye.”

Fadil Zerik bal kişand ser ajanên ku tên girtin jî kir û got: “Divê wan sîxuran radestî malbatên şehîdan bikin û ji aliyê wan ve bên darizandin.” Zerik her wiha bang li ciwanan kir ku nekevin ser rêya koçberiyê, berovajî li rex hêzên parêzvanên welat bin û di girtina ajan û nokeran de alîkariyê bidin wan da ku welatekî layîqî fedekariyên şehîdan ava bikin.

'JI BO KU EM WELATPARÊZ BIN, DESTPÊKÊ DIVE EM LI KÊLEK HÊZÊN XWE BIN'

Kemal Bozî jî têkildarî heman mijarê dibêje: “Ji bo ku em welatparêz bin, dive berî her tiştî em li kêlek hêzên xwe bisekinin, yên li dijî sîstemên faşîst şerê hebûnê didin meşandin. Divê em bi hemû derfetên xwe destekê bidin wan. Gel bingehê her hêzeke parastina xakê ye. Em jî gelekî xwedî hêmanên berxwedanê ne.”

Bozî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Welatparêzê rastîn ji mala xwe dest pê dike, zarokên xwe li ser hezkirina welat û parastina welat mezin dike, fikr û têgihîştinê li derdora xwe belav dike û wan dûrî xeteriyan dixe. Her wiha li dijî ajan û nokeran têdikoşe û herêmê û gel ji wan paqij dike. Bi vê yekê, dê erkên xwe yên li hember welat û gelê xwe pêk bîne.”

Bozî bang li civakê kir ku dûrî rêya ajantiyê bikevin û got: “Rêya ajantiyê kin e, dawiya wê jî talûke ye. Li hember welatên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, tu qîmeta pereyan nîn e.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c-ow3sStwWo" title="ماذا تعني الوطنية من منظور مواطني شمال وشرق سوريا - حسكة" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>