4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina milyonek xwendekaran amade ne

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekar amadekariyên sala nû ya perwerdeyê dikin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ji sedî 90 amadekariyên sala nû bi dawî kirine da ku zêdetirî 878 hezar xwendekarî pêşwazî bike.

4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina milyonek xwendekaran amade ne
4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina milyonek xwendekaran amade ne
4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina milyonek xwendekaran amade ne
4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina milyonek xwendekaran amade ne
4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina milyonek xwendekaran amade ne
4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina milyonek xwendekaran amade ne
4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina milyonek xwendekaran amade ne
8 îlon, 2022   01:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 30’ê Tebaxê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina pêvajoya perwerdeyê ya li herêmê û amadekariyên sala nû ya xwendinê ya 2022/2023’yan civînek li dar xist.

Desteyê, roja destpêkirina dewama îradî li dibistanan wek 11’ê Îlonê destnîşan kir, xwendekar jî di 18’ê heman mehê de dê dest bi dewama xwe bikin.

/kr/uploads/files/2022/09/07/184204_-.webp

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Receb El Mişrif diyar kir ku wan ji sedî 90 amadekariyên pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê bi dawî kirine.

Hejmara xwendekarên sala nû ya perwerdeyê bi 3 qonaxên perwerdeyê (seretayî, amadehî û navîn), 878 hezar e. Hejmara mamosteyan jî digihêje 61 hezar mamosteyî, wan kursên perwerdeya havînê li ser awayê materyal û bingehên dan û standina bi xwendekaran re dîtin.

Xwendekar 3 zimanan; erebî, kurdî û suryanî fêr dibin.

SERERASTKIRIN Û AVAKIRINA DIBISTANÊN NÛ

Li gorî amarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne.

El Mişrif diyar kir di encama xebatên berdewam ên desteyê yê ji bo vegerandina tiştên wêranbûyî û her wiha avakirina dibistanên nû li hin deveran de, hejmara dibistanan li gorî sala borî zêde bûne.

Sala borî hejmara dibistanên ku xwendekar wergirtine, 4 hezar û 445 bû.

El Mişrif her wiha got: "Sala borî hejamara dibistanên ku bi awayekî qismî wêran bibûn, 410 dibistan bûn, lê niha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara wan tenê dighêje 168 dibistanan. Dibistanên ku bi temamî jî hatibûn wêrankirin, hejmara wan sala borî gihişt 210 dibistanan, lê niha hejmar daketiye 180 dibistanan, ev hemû jî bi piştgiriya Rêveberiya Xweser tên kirin."

LI HELEBÊ 3 DIBISTAN MATERYALÊN RÊVEBERIYA XWESER QEBÛL DIKIN

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dibistaneke nû li devera Şeqîf ava kir û dibistaneke din jî li taxa Eşrefiyê sererast kir. Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat li dawiya kolana 15’an a rojavayê taxa Şêxmeqsûd û nêzî kolana El Rehba ya devera Şeqîf e.

Xebatên sererastkirina dibistana Hemdî Muezin a li taxa Eşrefiyê jî bi dawî bûne û ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ye.

/kr/uploads/files/2022/09/07/184230_-.webp

Rêvebera komîteyê, Zahîde Reşîda da zanîn ku her du dibistan ji bo qonaxa seretayî ne û wiha got: "Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat ji 25 refan û 2 odeyên rêveberiyê pêk tê, lê dibistana Hemdî ji 35 refan û du odeyên rêveberiyê pêk tê. Hejmara xwendekaran di van dibistanan de dê li gorî hejmara xwendekarên qeydkirî diyar bibe.''

Hêjayî gotinê ye ku 3 dibistan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bernameya Rêveberiya Xweser qebûl dikin.

CILÊN DIBISTANÊ

Rêveberiya Perwerde û Fêrkirinê îsal ber bi cîbicîkirina sîstema cil û bergên yekşêwe yên dibistanê ji bo sê qonaxan ve diçe. Der barê mijarê de Receb El Mişrif wiha got: "Ji bo ku şagirt û xwendekarên me li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî munasib bi cilên yekşêweyî xuya bikin, em pir dixebitin. Ev jî cudahiya tebeqî û çînî di dibistanên me de ji holê radike."

El Mişrif wiha doman: "Em ji dê û bavan daxwaz dikin ku hîn zêdetir bala xwe bidin zarokên xwe û ezmûnan li malê jî bidin wan da ku bi mamosteyên dibistanan re hevkariyê bikin û bi wî rengî zanist li herêmê bi tevahî pêş bikeve."

Sîstema perwerdeyê li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha sîstema nirxandina xwendekaran hatiye avakirin da ku asta xwendekar li gorî zanîna wî û rêjeya beşdarbûn û pêwendiya wî ya di waneyan de were nirxandin. Ev jî bandorê li encama dawîn a dawiya sala xwendinê dike.

Di nav pêngavên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo sala nû ya perwerdeyê, xebatên derbaskirina waneyên ola êzidî û Îslamê di materyalên qonaxa seretayî de, her wiha kar ji bo amadekirina materyalên mesîhî jî tê kirin. Ev hemû jî di pêngavekê de ye ku garantiya piralîbûna olî li herêmê dike û çandên cuda yên pêkhateyên herêmê diparêze.

(hs)

ANHA