​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir

Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo li navenda Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê ya li Qamişlo, pêşangehek vekir ku wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdan tê de hene.

​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir
​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha şêwekariyê vekir
7 îlon, 2022   16:23
 QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û bîranîna şehîdên vê dawiyê şehîd bûne de, yekitiyê pêşangeh vekir.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star a Qamişlo tev li vekirina pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de 15 tabloyên gelek hunermendên navenda Rûder a Qamişlo hate pêşandan.

Der barê pêşangehê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo Nadya Yusif wiha axivî: “Di çarçoveya xebatên me yên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de û ji bo bîranîna şehîdan ku di vê dawiyê de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, me ev pêşangeh vekir.”

Nadya Yusif wiha domand: “Ji bo bi serokê xwe re azad bijîn, em ê çalakiyên xwe û rêya şehîdan berdewam bikin.”

Di dawiya pêşangehê de pirtûkên rêber Abdullah Ocalan li beşdaran hatin belavkirin.

(dm)

ANHA