​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê bi topên giran cihên çeteyan ên li gundewarên Hemayê û Idlibê topbaran kirin. Her wiha hemwextî firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê li esmanê herêmê, çeteyan cihên hêzên hikumeta Şamê yên li deşta El Xab bombebaran kirin.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan topbaran kirin
7 îlon, 2022   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro danê sibê hêzên hikumeta Şamê bi topan baregehên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li Deşta El Xab û gundê El Sermaniyê yê li bakurê rojavayê Hemayê, her wiha mîhwerên El Fetîra, Sifohin û El Bare yên Cebel El Zawiye ên li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh bi şev, çeteyan bi topên hewanê kombûnên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê Helebê bombebaran kirin. Tu agahî der barê ziyanan de nehatine bidestxistin.

Komên çete li bakurê rojavayê Hemayê, hemwextî firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser deverê, bi topên giran, cih û kombûnên hêzên hikumeta Şamê yên kirin armanc.

(hs)