Beşdarên merasîma Silava Remedan: Erdogan çi qasî êriş bike jî dê nekare me têk bibe

Welatiyên tev li merasîma oxirkirina zaroka bi navê Silava Remedan bûn, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku zarokan dike armanc, nerazîbûna xwe nîşan da û got “Her çi qas Erdogan êriş bike jî ew ê nekare me têk bibe.”

Beşdarên merasîma Silava Remedan: Erdogan çi qasî êriş bike jî dê nekare me têk bibe
7 îlon, 2022   09:10
HESEKÊ-SÎBILCAN SELMAN

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê di merasîma oxirkirina zaroka bi navê Silava Remedan de ku duh li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya navçeyê li dar ket, ji ajansa me re axivîn.

Dewleta Tirk a dagirker 18`ê Tebaxa derbasbûyî bi balafireke bêmirov êrişî dibistana zarokan a li gundê Şemoka kir, di encamê de 4 zarok û 11 kes birîndar bûn. Roja duşemê 5`ê Îlonê zaroka bi navê Silava Remedan jî şehîd bû.

Welatiyê bi navê Şêx Îsa yê ji navçeya Dirbêsiyê axivî û got: "Me dest dananîye ser milkên tu kesî û êrişî wan nekiriye, heta me xaka wan jî dagir nekiriye û zilm li wan nekiriye."

Îsa bêdengiya dewletên garantor û NY`yê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, rexne kir û got: "Faşîstê Erdogan li dijî xort û keçên me komkujiyan pêk tîne ku di şexsê wan de hewl dide me lawaz bike û vîna me bişikîne."

Îsa kiryarên ajanên li dijî gelê xwe sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin şermezar kir û wiha dewam kir: "Sedema şehîdxistina ewladên me, ew sîxurên li dijî gelê xwe piştgiriya dijmin dikin."

Îsa anî ziman ku her çiqasî faşîstê Erdogan bi rêya wan sîxuran êriş bike jî ew ê nekare wan lawaz bike û têk bibe.

Ciwana bi navê Felek Hemê ya ji Dirbêsiyê jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bi hedefgirtina dibstana keçan re hewl dide nifşê li dijî zilim û zordariyê serî hildide, tune bike.

Felek kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bi "hovîtî" wesif kir. Felek kiryarên faşîstê Erdogan ên qetilkirina ciwanan û hedefgirtina pêkhateyên li Rojava şermezar kir û got, êdî ji hovîtî û sûcên wî re bes e.

Felek soza şopandina rêya şehîdan heta derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê da.

Welatiya bi navê Salhe Izo Mistefa ya ji navçeya Amûdê kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Em kiryarên dewleta Tirk a dagirker ku cudahiya naxe navbera temen mezin û biçûk şermezar dikin."

Salhe Izo Mistefa bêdengiya Rûsya û DYA`yê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker rexne kir û wiha dewam kir: "Tevî Rûsya û Amerîka li herêmê ne, lê li hember qetilkirina dewleta Tirk a dagirker ji zarok û mezinên me re û kiryarên li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bê deng in."

(eh)

ANHA