​​​​​​​Rojnameyên erebî: DYA’yê ji hevalbendan xwest li hember xeta Astanayê çalak bin

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser helwesta DYA’yê ya li hember normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re, aloziya Iraqê û aloziya Lîbyayê.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: DYA’yê ji hevalbendan xwest li hember xeta Astanayê çalak bin
7 îlon, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

‘FERMANA DYA’YÊ: ŞAM DERVEYÎ CIVÎNA CEZAÎRÊ YE’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya El Exbar El Lubnaniya wiha nivîsî: "Nabe daxuyaniya Şamê ya ku naxwaza beşdarî civîna erebî ya li Cezaîrê bibe, ji rageşiyên meydanî yan siyasî yên DYA’yê yên Sûriyê were cudakirin. Armanca DYA’yê ji vê yekê astengkirina xeta Astanayê ye ku Rûsya destekê dide wê. Nexasim piştî ku xeta Astanayê di rawestandina şer de bi bin ket û bi awayekî eşkere rê li ber ji nû ve vegerandina têkiliyên Şamê hin paytextên Ereban re vekir. Her wiha deriyekî girtî yê di navbera Şam û Enqereyê de vekir.

Li gorî agahiyên rojnameya El Exbar, Washington di civîna dawî ya (Dostên Sûriyê) ya li Cinêvê de ferman da wan aliyan ku pêwîst e hemle dijî civîna Cezaîrê were pêkanîn, ji ber ku hewl dide Sûriyê beşdarî civînê bike.

Di hefteya borî de, ji aliyê medyayên ser bi Qeter û Erebistana Siûdî ve axaftin bi awayekî mezin li ser gumanên asta serkeftina civîna Cezaîrê û pêşniyara veguhestina wan bo paytexteke din belav bûn. Xuya ye ku vê mijarê dehf da Şamê ku helwesteke zelal eşkere bike ku rê li ber destwerdana cezaîriyan bigire. Ev hemle hemwextî rêzecivînên bi serokatiya Washingtonê bi nûnerên Erebistana Siûdî, Qeter, Misir, Urdun û welatên Yekitiya Ewropayê, nûnerekî Tirkiyê û şandeke opozîsyona Sûriyê re li bajarê Cinêv ê Swîsreyê pêk hat.”

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên sûrî yên muxalefetê yên ku dosyaya karê civnîna Cinêvê şopand, wiha da zanîn: "Beriya hevdîtinê, şandeya DYA’yê kaxeza bernameyê ku ji 7 bendan pêk tê, amade kir. Bendek jê diyar e ku Şam venegere Komkara Erebî. Washington ji şandeya erebî re piştrast kir ku tedbîrên wiha red dike û xwest ku divê rewş wekî xwe bimîne. Her wiha bendeke din jî heye girêdayî hewldanên Rûsyayê ye ku divê werin sînordarkirin û hewldanên din werin aktîfkirin ku beşdarûbna Rûsyayê tê de kêm be. Diyar e ku DYA bi israr e ku vegera Şamê li kursiya xwe asteng bike, ev yek dehfeke xurt da dewletên dijberî vê gavê. Di serî de Qeterê ku gelek caran helwesta xwe redkirinê eşkere kir. Her wiha Erebistana Siûdî ye piştî demeke ji teredudê bi awayekî mezintir dest bi çalakbûna di dosyaya Sûriyê de dike. Diyar e ku helwesta Misirê ya ku dixwaze Sûriyê vegere komkarê bêtir dudilî bûye."

'MADEM PETROL HEYE KES GIRÎNGIYÊ NADE DESTWERDANA ALOZIYA IRAQÊ'

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Dewletên cîhanê li aloziya siyasî ya giran û nakokiyên taîfî yên diyar ku dibe veguhere şerekî demdirêj, temaşe dikin. Ji ber ku her aliyekî hewl dide bi milîsên xwe yên perwerdekirî desthilatê kontrol bike û amade ye şerekî demdirêj bike.

Çavdêrên Iraqê sedema nedestwerdana dewletên bibandor ên ku berjewendiyên wan li Iraqê hene, spart berjewendiyên wan ên sereke yên bidestxistina pertrola Iraqê ku pê nayê lîstin. Petrol derbas dibe bêyî ku tu kes astengî hebin. Ev dide nîşandan ku komên mezhebî ji bo nakokiyên di navbera xwe de kontrolên sor danîne da ku bi welatên sereke yên wekî DYA’yê re rû bi rû nebin û ya herî girîng ji van kontrolan, nêzî petrolê nebin.

Çavdêr dibêjin ku ya ku DYA’yê eleqedar dike, ew e ku tu kes bi petrola Iraqê nelîze. Li gorî rapora Ajansa Enerjiyê ya Amerîkayê, Iraq di rêza 4'an de ye ku herî zêde petrolê dide DYA’yê.”

‘MISIR LI HEMBERÎ LÎBYAYÊ RADIBE!’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El Ewset ev nivîsand: " Di rûniştina vekirina civîna asayî ya 158'an meclisa wezîrên karên derve yên Ereb de ya roja sêşemê, dema axaftina wezîra karên derve ya Lîbyayê ya hikumeta "Wehda" Necal El Menqûş ku welatê wê civîn bi rêve dibir, wezîrê karên derve yê Misirê Sahih Şûkr derket. Ev helwesta  ji aliyê Qahîreyê wekî derketina li dijî "Hikumeta Niştimanî ya Lîbyayê" ve ye.

Berdevkê karên derve yê Misirê balyoz Ehmed Ebû Zêd destnîşan kir ku sedema derketina Şûkrî û şandeya pê re spart vê yekê ku nûnera hikumeta demborî El Menqûş civîn bi rêve dibirin.

Her du hikumetên lîbyayê "El Wehda" ya paytext Terablusê kontrol dike û ji aliyê navneteweyî û gelek paytextan ve tê naskirin û hikumeta "Istiqrar" ya bi serokatiya Başaxa ya demborî li ser desthilatê şer dikin.

Ebû Zeyd got mijara ku Lîbyayê civîna parlamantoyê bi rêve bibe, di civîna şêwirê ya wezîrên karên derve yên Ereb de cihê nîqaşê bû.

El Menqûş piştî civîna vekirinê bi dawî bû, ji rojnamevanan re got ew rêzê ji helwesta wezîrê Misirê re digire, lê pê re li hev nake. Li gor  rojnameya Bewabet Misir ku ji ser zimanê wê ragihand; aliyê navneteweyî piştgirî daye beşdariya wê, lê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya demkî, hikumeteke demkî ye ku li Lîbyayê li gorî operasyona Berlîn û Kongra Parîs tê naskirin."

El Menqûş li pêşiya hempîşeyên xwe yên Ereb, spasiya wezîrên karên derve yên Ereb kir ku di serokatiya parlamantoyê de ya dewreya 158`an de piştgiriya mafên Lîbyayê kir û got hikumeta Yekitiya Nîştimanî ji bo pêkanîna hilbijartinan e.”

(eh)