Şahiya salvegera 4`an a damezirandina Rêveberiya Xweser li Reqayê bi dawî bû

Di dawiya şahiya bi boneya salvegera 4`an a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dayîka şehîd Ferhad Şiblî, endamên PYD û Meclisa Jinan bi diyareke sembolîk hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser xelat kir.  

Şahiya salvegera 4`an a damezirandina Rêveberiya Xweser li Reqayê bi dawî bû
6 îlon, 2022   15:51
 REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi boneya salvegera 4`an a damezirandina xwe, şahiyek li hola seyrangeha Mişwar a li Reqayê li dar xist.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El Mihbaş axivî û behsa kar, xebat û destkeftiyên ku rêveberiyê bi dest xistine û projeyên ku pêk tîne, kir.

Bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hevseroka meclisê, Emîne Omer axivî û got: “Em vê boneyê li gelên herêmê pîroz dikin. Xebat û destkeftiyên îro, berhema 10 salan a ragihandina Rêveberiya Xweser li Cizîr, Kobanê û Efrîna serbilind e.”

Emîne Omer destnîşan kir tevî zehmetiyên vegerandina rejîma navendî li herêmê, xetereya rêxistinên terorsît di serî de DAIŞ`ê, astengiyên herêmî yên xwedî projeyên berfirehkirinê û avakirina pergaleke nû ya têkiliyên navneteweyî li Rojhilata Navîn lê rêveberî gelek serkeftin bi dest xistin û ji bo hemû pêkhateyên herêmê bû hêviyek.

Her wiha Emîne Omer wiha domand: “Bi pêkanîna gelek pêşketinan û sererastkirina şaştî û kêmasiyan, ev rêveberî modela herî demokratîk li herêmê ye û çareseriya herî guncew a aloziya Sûriyê ye. Dergehê bidawîkriina aloziyê û pêkanîna biryara NY ya bi hejmar 2245 e. Di heman demê de li hember teror û ji bo pêkanîna guhertina demokratîk a giştî hevkêşiyeke asê ye.”

Emîne Omer daxuyand ku rêveberiya herêmê bi xwîna zêdetirî 30 hezar şehîdan û birîndaran ava bû û roleke dîrokî di tunekirina terorê de lîst.

Der barê hewldanên pergalên zordest de ji bo tunekirina rêveberiyê Emîne Omer got: “Çi dikin bila bikin lê ev rêveberî dê hêmanê alîkar a pêkanîna ewlehî û istiqrara li herêmê û normalîzekirina têkiliyan bi dewlet û gelên demokratîk re be.”

Emîn Omer di axaftina xwe de teqezî bi diyaloga sûrî-sûrî kir ku çareseriya yekane ya çareseriya siyasî ye û hîna rêveberî ji diyalogê re vekirî ye.

Di dawiyê de Emîne Omer got: “Divê hikumeta Şamê ji projeya Rêveberiya Xweser re vekirî be. Wê wek modeleke nenavendî ya demokratîk qebûl bike ku erkên hikumeta navendî xurttir dike. Em bang li opozîsyona demokrat a Sûriyê dikin ku li nêrînên xwe vegere, derfet niha li pêşiya hemûyan vekirî ye. Da ku hevgirtî bin û bibin yek û çareseriyekê ji vê aloziyê re bibînin ku welat wêran kir. Her wiha Sûriyeyeke demokratîk a hevgirtî li ser bingeha demokratiyê û nenavendiyê ava bikin.”

Bi navê Kar û Barên Şehîdan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remadan Remadan axivî û ev bone li hemû gelên herêmê û malbatên şehîdan pîroz kir û got: “Xebatên ku Rêveberiya Xweser di aloziyê de kirine, heta hemû dewletên cîhanê nekarîn bikin. Ji lew re hemû pêkhateyên herêmê nêzî hev kirin, hemêz kirin û ji bo hemû sûriyan bû stargeh.”

Remadan wiha domand: “Îro baweriya hemû dewletên cîhanê bi Rêveberiya Xweser heye û ji xwe re kiriye mînak. Dibêjin bê Rêveberiya Xweser alozî çareser nabe.”

Remadan di dawiyê de soz da sûriyan ku dê hêviya malbatên şehîdan yekitiya Sûriyê û pêkanîna neteweya demokratîk be ku berjewendiya hemû sûriyan pêk tîne.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Jiyan Îbrahîm jî wiha axivî: “Rêveberiya Xweser berhema Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku jinan pêşengiya wê kir û roleke mezin di damezirandin û avakirina wê de lîst. Her wiha bi rêya sepandina pergala hevserokatiyê cihê xwe di hemû saziyan û navendên girtina biryaran de girt. Roleke berçav a jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û belavkirina azadiya jinan û wekheviyê di navbera zayendan de û hevjiyana azad de heye. Roleke çalak di sazkirina destûrê û hevpeymana civakî de jî lîst.”

Di dawiyê de Jiyan Îbrahîm got: “Damezirandina YPJ û civak, mertalê parêzvanê herêmê bû. YPJ`ê li cîhanê bi giştî bû mînak ji ber fedakariyên ku dane û serkeftinên ku li hember DAIŞ`ê bi dest xistine.”

Di dawiyê de dayîka şehîd Ferhad Şiblî, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Jinan a Sûriyê bi diyariyeke sembolîk hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser xelat kir.

Di dawiya şahiyê de sînevizyonek têkildarî proje û xebatên Rêveberiya Xweser ji damezirandinê ve, hate pêşandan.

ANHA