Şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a Rêveberiya Xweser dest pê kir

Şahiya salvegera 4`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hola Mişwar a Reqayê dest pê kir.

Şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a Rêveberiya Xweser dest pê kir
6 îlon, 2022   10:37
REQA

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El Mihbaş, endamên Rêveberiyên Sivîl û Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer, endamên partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD`ê, şêx û rûspiyên eşîran û diya şehîd Ferhad Şiblî Şêrîn Omer tev li şahiyê bûne.

Destpêka şahiyê Koma Nehasiyê stran pêşkêş kirin, piştre hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş û Bêrîvan Xalid bi zimanên erebî û kurdî axivîn.

El Mihbaş bi boneya salvegera 4`emîn a Rêveberiya Xweser bixêrhatine hemû beşdaran kir.

Şahî bi axaftina hevserokatiya Meclisa Rêveber dewam dike.

(eh)

ANHA