Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin rêber Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
6 îlon, 2022   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç, ji bo karibin rêber Abdullah Ocalan bibînin ku 17 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin û di nava tecrîdeke girankirî de ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.